Destpêk 32 - Kurmanji ÎncîlAqûbê Pêxember xwe amade dike ku birayê xwe bibîne 1 Çaxê Aqûb da rê, milyaketên Xwedê rastî wî hatin. 2 Gava Aqûb ew dîtin, wî got: “Ev artêşgeha Xwedê ye.” Wî navê wê derê Mahanayîm danî. 3 Aqûb li pêşiya xwe qasid şandin ba birayê xwe Esawê ku li axa Seîra welatê Edomê dima. 4 Wî li wan emir kir û got: “Ji xweyê min Esaw re wiha bêjin: ‘Xulamê te Aqûb dibêje: Ez li ba Lavan wekî xerîbekî mam û heta niha jî wisa me. 5 Min ga, ker, pez, xulam û xadim qezenc kirin. Niha ez vê xeberê ji xweyê xwe re dişînim ku dilê wî bi min xweş be.’” 6 Gava qasid li Aqûb vegeriyan, wan got: “Em çûn ba birayê te Esaw. Va ye ew jî bi çar sed zilamên xwe re tê pêşiya te.” 7 Aqûb gelek tirsiya û aciz bû. Wî mirovên xwe, pez, dewar û deve kirin du beş. 8 Wî got: “Heke Esaw were û êrîşî beşekî bike, wê beşê mayî bireve.” 9 Aqûb dua kir û got: “Ya Xwedayê bavkalê min Îbrahîm, Xwedayê bavê min Îshaq, ya Xudan! Te ji min re got: ‘Vegere welatê xwe, ba mirovên xwe, ezê qenciyê li te bikim.’ 10 Ez ne hêjayî wê hemû dilsozî û dilovaniyê me ku te nîşanî xulamê xwe da. Çaxê ez di vî Çemê Şerîayê re derbas bûm, tenê şivdarê min hebû, lê niha ez bûme du beş. 11 Ji kerema xwe min ji destê birayê min Esaw biparêze. Çimkî ditirsim ew were û êrîşî min, zarokan û dayikên wan bike. 12 Te ji min re got: ‘Ezê te bi ser bixim û ziriyeta te wekî sêlaka deryayê ku nayê jimartin zêde bikim.’” 13 Aqûb şeva xwe li wir borand û ji her tiştên ku pê re hene, wî diyariyek ji birayê xwe Esaw re veqetand. 14 Wî ji Esaw re du sed bizin û bîst nêrî, du sed mî û bîst beran, 15 sî deveyên mê û biçûkên wan, çil çêlek û deh conega, bîst maker û deh ker cuda kirin. 16 Wî heywanên bi xwe re kerî bi kerî ji hev veqetandin. Gazî xulaman kir û got: “Bidin pêşiya min. Bila her kerî ji hev dûr bin.” 17 Wî li xulamê xwe yê pêşî emir kir û got: “Çaxê birayê min Esaw rastî te tê û ji te dipirse: ‘Tu kî yî, bi ku ve diçî û xweyê van heywanan kî ye?’ 18 Tê bêjî: ‘Ev keriyên xulamê te Aqûb in. Ew wan wekî diyarî ji xweyê xwe Esaw re dişîne û va ye ew jî li pey me tê.’” 19 Bi vî awayî wî li yê diduyan, sisêyan û li hemûyên ku li pey kerî diçûn emir kir û got: “Çaxê hûn Esaw dibînin, eynî tiştî jê re bêjin. 20 Ji bîr nekin bêjin: ‘Va ye Aqûbê xulamê te li pey me tê.’” Çimkî Aqûb ji xwe re got: “Ezê wî bi van diyariyan nerm bikim. Paşê, çaxê ez wî bibînim, belkî ew min qebûl bike.” 21 Aqûb diyariyên xwe li pêş şand û şeva xwe li dera ku mabû derbas kir. Aqûbê Pêxember bi Xwedê re gulaşê dike 22 Wê şevê Aqûb rabû, rahişt herdu jinên xwe, herdu cariyeyên xwe û yanzdeh kurên xwe û di bihorê Çemê Yabboqê re derbas bû. 23 Piştî ku wî ew derbasî aliyê din ê avê kirin, wî hemû malê xwe jî da derbaskirin. 24 Aqûb bi tenê ma û mirovekî heta ber destê sibê pê re gulaş girt. 25 Gava wî dît ku bi ser nakeve, wî li kemaxa Aqûb xist û hestiyê qorika Aqûb ji cih derket. 26 Zilêm ji Aqûb re got: “Min berde ez herim, va ye roj hiltê.” Lê Aqûb got: “Heta ku tu min pîroz nekî, ez te bernadim.” 27 Zilêm got: “Navê te çi ye?” Wî got: “Aqûb.” 28 Zilêm got: “Êdî wê ji te re Aqûb neyê gotin, lê wê Îsraêl bê gotin. Çimkî te bi Xwedê û bi mirovan re rikeberî kir û tu bi ser ketî.” 29 Aqûb jê re got: “Ji kerema xwe navê xwe ji min re bêje.” Wî got: “Tu çima li navê min dipirsî?” Rabû Aqûb li wir pîroz kir. 30 Aqûb navê wê derê Peniyêl danî û got: “Min Xwedê rû bi rû dît, dîsa jî ez sax mam.” 31 Çaxê Aqûb ji wir derbas bû, roj li ser avê dibiriqî. Aqûb ji ber qorika xwe dikuliya. 32 Ji ber vê yekê, heta roja îro gelê Îsraêl kirkirkê ser qorikê naxwin. Çimkî serê qorika Aqûb derb xwaribû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey