Destpêk 26 - Kurmanji ÎncîlÎshaqê Pêxember û Avîmelekê Padîşah 1 Piştî xelaya ku di dema Îbrahîm de çêbûbû, li welêt xelayeke din rabû. Îshaq çû Gerarê ba Avîmelekê Padîşahê Filîstiyan. 2 Xudan li Îshaq xuya bû û jê re got: “Neçe Misrê. Li welatê ku ez ji te re dibêjim rûne. 3 Bi xerîbî li vê derê bimîne. Ezê bi te re bim û te pîroz bikim. Ezê van hemû herêman bidim te û ziriyeta te. Ezê wê sonda ku min ji bavê te Îbrahîm re xwar bînim cih. 4 Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan zêde bikim û tevahiya van welatan bidim wan. Bi ziriyeta te wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. 5 Çimkî Îbrahîm bi gotina dengê min kir. Ew bi peywir, emir, şerîet û qanûnên min ve girêdayî ma.” 6 Îshaq li Gerarê ma. 7 Çaxê mirovên wê derê li ser jina wî jê pirsîn, wî got: “Ew xwişka min e.” Ew ditirsiya ku bêje: “Jina min e.” Wî ji xwe re got: “Mirovên herêmê dikarin ji ber Rebeqayê min bikujin, çimkî ew delal e.” 8 Îshaq demeke dirêj li wê derê ma. Rojekê, gava Padîşahê Filîstiyan Avîmelek di pencereyê re li derve nêrî, dît ku Îshaq bi jina xwe Rebeqayê re dikene û şa dibe. 9 Avîmelek gazî Îshaq kir û got: “Bêguman ev jina te ye! Te çima got: ‘Ew xwişka min e’?” Îshaq got: “Min ji xwe re got ku ez dikarim ji ber wê ji canê xwe bibim.” 10 Avîmelek got: “Ev çi bû ku te bi me kir? Hindik mabû ji zilaman yek bi jina te re raza û te sûc bi ser me de bianiya.” 11 Avîmelek li hemû xelkê xwe emir kir û got: “Her kî dest bide vî zilamî û jina wî, esse wê bê kuştin.” 12 Îshaq li wî welatî zad çand û hema wê salê sed car zêdetir ber hilanî. Çimkî Xudan ew pîroz û bereket kir. 13 Îshaq mezin bû û hebûna wî her diçû zêdetir dibû. Êdî ew mirovekî bi têra xwe dewlemend bû. 14 Keriyên pez û dewarên wî çêbûn û ew bû xweyê gelek xulaman. Loma jî Filîstî hesûdiya wî kirin. 15 Filîstiyan hemû bîrên ku bavê wî Îbrahîm di dema xwe de bi xulamên xwe kolabûn, xitimandin û bi axê dagirtin. 16 Avîmelek jî, ji Îshaq re got: “Ji nav me here, çimkî hêza te bi ser ya me ket.” 17 Îshaq ji wê derê bar kir, li Geliyê Gerarê kon veda û li wir bi cih bû. 18 Îshaq bîrên ku di dema bavê wî Îbrahîm de hatibûn kolandin ji nû ve vekirin. Çimkî Filîstiyan piştî mirina bavê wî ew tije kiribûn. Îshaq navên ku bavê wî Îbrahîm dabûn wan bîran, careke din li wan kir. 19 Xulamên Îshaq di gelî de kolan û kaniyek dît. 20 Lê şivanên Gerarê devjeniya şivanên Îshaq kir. Wan got: “Av ya me ye.” Ji ber ku ew li ber Îshaq rabûbûn, wî navê bîrê Eseq danî. 21 Xulamên Îshaq rabûn bîreke din kolan, li ser vê bîrê jî wan devjenî kir. Îshaq navê wê Sîtna danî. 22 Îshaq ji wê derê bar kir û bîreke din kola. Li ser vê tu devjenî çênebû. Loma wî navê Rehovot li vê bîrê kir û got: “Niha Xudan em derxistin firehiyê û emê li welêt zêde bibin.” 23 Îshaq ji wê derê hilkişiya Beêr-Şevayê. 24 Wê şevê Xudan lê xuya bû û got: “Ez Xwedayê bavê te Îbrahîm im. Netirse, ez bi te re me. Ezê te pîroz bikim û ji bo xatirê xulamê xwe Îbrahîm ziriyeta te zêde bikim.” 25 Îshaq li wê derê gorîgehek çêkir û pesnê Xudan da. Wî li wir konê xwe danî û xulamên wî li wê derê bîrek kolan. 26 Avîmelek bi şêwirmendê xwe Ahûzzat û bi Pîxolê fermandarê artêşa xwe re ji Gerarê hat ba Îshaq. 27 Îshaq ji wan re got: “Hûn çima hatin ba min? We ji min nefret kir û ez ji ba xwe qewitandim.” 28 Wan got: “Me bi eşkereyî dît ku Xudan bi te re ye. Loma me got: Bila di navbera me û te de sondek hebe. Ka em peymanekê bi te re çêkin. 29 Çawa ku me bi te re xerabiyê nekir, hergav qenciyê bi te kir û tu bi xêr û silamet şandî, tu jî xisarê nede me. Kifş e ku tu ji aliyê Xudan ve hatî pîrozkirin.” 30 Îshaq ziyafetek da wan, wan xwar û vexwar. 31 Serê sibê zû rabûn û sond xwarin. Îshaq ew bi rê kirin û ew bi xêr û silamet çûn. 32 Hema wê rojê xulamên Îshaq hatin. Wan li ser wê bîra ku kolabûn agahî dayê û got: “Me av dît!” 33 Îshaq navê Şîva li bîrê danî û heta îro jî navê bajêr Beêr-Şeva ma. 34 Çaxê Esaw çil salî bû, wî keça Beêriyê Hîtîtî Yehûdît û keça Elonê Hîtîtî Basemat ji xwe re anîn. 35 Ev jin ji Îshaq û Rebeqayê re bûn kula dil. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey