Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Derketin 9 - Kurmanji Încîl


Belaya pêncemîn: Mirina heywanan

1 Xudan ji Mûsa re got: “Here ba Firewn û jê re bêje: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku xulamiya min bike.

2 Heke tu nekî,

3 wê destê Xudan bi kuleke giran keriyên we yên li deştê; hesp, ker, deve, pez û dewarên we telef bike.

4 Wê Xudan ferq û meylî bixe nav keriyên Îsraêlî û Misriyan. Wê ji heywanên gelê Îsraêl yek jî telef nebe.’”

5 Xudan demek kifş kir û got: “Wê Xudan sibê li welêt vî tiştî bike.”

6 Dotira rojê Xudan gotina xwe kir. Hemû keriyên Misriyan telef bûn, lê heywanekî gelê Îsraêl jî nemir.

7 Firewn zilam şandin û hîn bû ku ji keriyên Îsraêliyan yek jî nemiriye. Lê dilê Firewn hişk bû û gel berneda.


Belaya seşemîn: Kunêr

8 Xudan ji Mûsa û Harûn re got: “Bi xweliya tifikê kulma xwe tije bikin. Bila Mûsa xweliyê li ber çavê Firewn ber bi ezmanan ve hilbavêje.

9 Wê li seranserê welatê Misrê tozeke tenîk bibare û di bedenên mirov û heywanan de kunêrên kêmgirtî derkevin.”

10 Mûsa û Harûn xweliya tifikê hilda û li ber Firewn sekinîn. Mûsa xwelî ber bi ezmanan ve hilavêt. Di bedenên mirov û heywanan de kunêrên kêmgirtî derketin.

11 Sêrbazan ji ber kunêran nikaribûn li ber Mûsa bisekinin. Çimkî kunêr di sêrbaz û tevahiya Misriyan de derketibûn.

12 Lê Xudan dilê Firewn hişk kir. Çawa ku Xudan ji Mûsa re gotibû guhdariya wan nekir.


Belaya heftemîn: Zîpik

13 Xudan ji Mûsa re got: “Serê sibê zû rabe, li ber Firewn bisekine û jê re bêje: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku xulamiya min bike.

14 Ji bo tu bizanibî li tevahiya dinyayê yekî wekî min tuneye, vê carê ezê hemû belayên xwe bişînim ser te, karmendên te û gelê te.

15 Çimkî min destê xwe dirêj bikira, bi kulê tu û gelê te ceza bikira, wê lingê te ji ser erdê bihata birîn.

16 Lê ji ber van sedeman min destûr da ku tu bijî: Ji bo hêza xwe nîşanî te bidim û tevahiya dinyayê navê min bizanibe.

17 Tu hê jî xwe li dijî gelê min qure dikî û wan bernadî.

18 Ezê sibê van çaxan, zîpikek wisa giran li Misrê bibarînim ku ji roja ava bûye heta niha tiştekî wiha neqewimiye.

19 Rabe her tiştên xwe yên derve, tevahiya keriyên xwe bîne bixe axuran. Çimkî gava zîpik bibare, wê hemû mirov û heywanên li çolê bimirin.’”

20 Karmendên Firewn ji gotina Xudan ditirsiyan, yekser kole û keriyên xwe anîn malê.

21 Kesên guhê xwe nedan gotina Xudan, kole û keriyên xwe li derve hiştin.

22 Xudan ji Mûsa re got: “Destê xwe ber bi ezman ve dirêj bike, bila li seranserê welatê Misrê li ser mirovan, li ser heywanan û li ser hemû şînahiya welatê Misrê zîpik bibare.”

23 Mûsa gopalê xwe ber bi ezmanan ve dirêj kir. Xudan gurmînî û zîpik şandin û brûsk bi ser erdê ve hat. Wî bi ser welatê Misrê ve zîpik şand.

24 Di nav bagera zîpikê de herdem brûskê lê dixist. Ev zîpik ewqas dijwar bû ku li seranserê welatê Misrê ji roja ava bûye heta niha tiştekî wiha neqewimîbû.

25 Zîpikê li seranserê welatê Misrê, ji mirovan heta heywanan her tiştên li derve dan ber xwe. Herwiha tevahiya şînahî, dar û giyayên li derve jî tune kirin.

26 Tenê li herêma Goşenê zîpik nebariya ku gelê Îsraêl lê dima.

27 Firewn şand pey Mûsa û Harûn. Wî ji wan re got: “Min vê carê guneh kir. Xudan rast, ez û gelê xwe sûcdar in.

28 Ji Xudan lava bikin. Ev zîpik û gurmîna brûskan êdî bes e. Ezê we berdim û hûnê li vir nemînin.”

29 Mûsa jê re got: “Gava ez ji bajêr derkevim, ezê destê xwe dirêjî Xudan bikim. Wê êdî brûsk lê nexe û zîpik jî nebare. Bi vî awayî tê bizanibî ku dinya, dinyaya Xudan e.

30 Lê ez baş dizanim ku tu û karmendên te, hê jî, ji Xwedê Xudan natirsin.”

31 Li kitan û ceh hat xistin, çimkî ceh simbil dabû, kitan kulîlk vekiribû.

32 Lê li genim û genimê sor nehat xistin, çimkî hê ew negihîştibûn.

33 Mûsa ji ba Firewn rabû û ji bajêr derket. Wî destê xwe dirêjî Xudan kir. Zîpik û gurmîna brûskan sekinî, baran jî nebariya.

34 Gava Firewn dît ku baran, zîpik û brûsk sekinî, dîsa guneh kir. Wî û karmendên wî dilên xwe hişk kirin.

35 Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotibû, dilê Firewn hişk bû û wî gelê Îsraêl berneda.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ