شُله رسولا 2 - Kurmanji ÎncîlHatina Ruhê Pîroz 1 Gava ku Roja Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn. 2 Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir. 3 Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. 4 Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn. 5 Hingê li Orşelîmê, Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê hebûn. 6 Li ser vî dengî elaleteke mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin. 7 Matbûyî û şaşmayî pirsîn: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê ne? 8 Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê dibihîze? 9 Di nav me de Partî, Mêdî û Elamî hene. Ji Mezopotamyayê, Cihûstan, Kepedokya, Pontos û Asyayê, 10 ji Firîgya û Pamfîlyayê, ji Misrê û ji herêma Kûrenê ya Lîbyayê, mêvanên ku ji Romayê hatine, 11 Cihû û Xwedêperestên ji miletên din, Girîtî û Ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin dibêjin.» 12 Hemû şaş û heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?» 13 Lê hinekên din jî tinazên xwe dikirin û digotin: «Ev bi şeraba nû serxweş bûne.» Peyivîna Petrûs 14 Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin. 15 Wek ku hûn difikirin, ev ne serxweş in. Çimkî niha saet nehê sibê ye. 16 Lê ev ew e ku bi devê Yoêl pêxember hatiye gotin: 17 ‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje: Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim. Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin Û xortên we wê dîtiniyan, kal û pîrên we wê xewnan bibînin. 18 Di wan rojan de, ezê ji Ruhê xwe Birijînim ser xulam û cêriyên xwe Û ewê pêxemberîtiyê bikin. 19 Û ezê li jor, li ezmên, tiştên ecêb nîşan bidim Û li jêr jî, li ser rûyê erdê, nîşanan xuya bikim: Xwîn û agir, mij û dûman. 20 Berî hatina Roja Xudan ya mezin û navdar, Roj wê tarî bibe û heyv wê rengê xwînê bistîne. 21 Hingê, her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.› 22 «Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin. 23 Li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew bi destê yên ku Şerîetê nas nakin li xaçê xist û kuşt. 24 Lê Xwedê ew vejand û êşên mirinê rakirin, çimkî îmkan nebû ku ew ji aliyê mirinê ve girtî bima. 25 Dawid jî li ser wî weha dibêje: ‹Min Xudan hergav li pêşiya xwe dît, Ew li milê min ê rastê ye, da ku ez veneleqim. 26 Ji ber vê yekê dilê min geş û zimanê min gelekî şa bû. Bedena min jî wê bi hêviyê bijî. 27 Çimkî tu canê min li diyarê miriyan nahêlî Û tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne. 28 Te riyên jiyanê bi min dan zanîn; Tê bi dîdara xwe min di nav şahiyê de bihêlî.› 29 «Birano, divê bi eşkereyî ji we re li ser bavê me Dawid bê gotin ku ew hem mir û hem jî hat veşartin û gora wî jî heta îro li ba me ye. 30 Lê ji ber ku ew pêxember bû, wî dizanibû ku Xwedê ‹jê re sond xwariye ku wê yekî ji dûndana wî li ser textê wî bide rûniştin.› 31 Dawid ev ji pêşî ve dît û li ser vejîna Mesîh got: ‹Ew ne li diyarê miriyan hat hiştin Û ne jî bedena wî rizîbûn dît.› 32 Xwedê ev Îsa ji nav miriyan rakir û em hemû şahidên vê yekê ne. 33 Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê û ji Bav soza Ruhê Pîroz stand û çawa ku hûn dibînin û dibihîzin ew rijandiye. 34 Erê, Dawid hilnekişiya ezmanan, lê ew bi xwe dibêje: ‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne, 35 Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.› 36 Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.» 37 Îcar gava ku wan ev bihîst, wek ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano! Ma em çi bikin?» 38 Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin. 39 Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.» 40 Wî hê bi gelek peyvên din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê jirêderketî xilas bikin.» 41 Îcar yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar mirovî beşdarî wan bûn. 42 Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan, hevpariya ruhanî, şikandina nên û duakirinê. Yekîtiya Bawermendan 43 Tirs ket dilê her kesî. Û gelek karên mezin û nîşan bi destê Şandiyan dihatin kirin. 44 Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan hevpar bû. 45 Mal û milkên xwe difirotin û bi perên wan li gor hewcedariya her kesî leva dikirin. 46 Her roj bi hev re di Perestgehê de diciviyan, li malên xwe nan dişikandin, bi şahî û bi dilekî xwerû xwarin dixwarin. 47 Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey