Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

نامَ بُ تیتوس 2 - Peymana Nû (Încîl)


Hînkirina saxlem

1 Lê tu, çi li hînkirina saxlem dikʼeve, hîn ke.

2 Kalemêr bira xwegirtî, giran û maqûl bin, bawerîyê, hʼizkirinê û sebirêda serxwe bin.

3 Pîrejin jî bira usa pʼergal bin, çawa li merivêd Xwedê dikʼeve, ne buxdanbêj, mêla wan ne ser vexwarinê be. Lê bira xweyêd şîretêd qenc bin,

4 wekî jinêd cahil hîn kin, ku mêr û zarʼêd xwe hʼiz bikin,

5 aqilda giran bin, nav-namûs, malkir, hʼeyf, gurʼa mêrê xweda bin, wekî xebera Xwedê neyê bêhurmetkirinê.

6 Usa jî dil bide xorta, ku aqilda giran bin.

7 Her tiştîda jî, tu xwexa bibe tʼerzê kirinêd qenc, nava hînkirinêda bêdurʼûtî û maqûl be,

8 bi xeberêd saxleme bê kêmasî, wekî yê miqabil şermî bimîne û hindava meda tiştekî wîyî gotinê tʼunebe.

9 Xulama şîret ke, ku gurʼa axayêd xweda bin û her tiştîda li wan xweş bên, cab-sabê wan nedin,

10 destdirêjayîyê nekin, lê aminîya qence tʼam nîşanî wan kin, wekî hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her alîyava bixemilînin.

11 Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû,

12 Ew me hîn dike, ku em nepʼakîyê û dilhavijîyêd dinyayê înkʼar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê,

13 hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.

14 Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.

15 Van tişta hîn ke, bi tʼemamîya hʼukumê xwe dil bide wan û li wan hilê. Bira tʼu kes te bêhurmet neke.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ