نامَ بُ تیتوس 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê, 2 usa jî bona wê gumana jîyîna hʼeta-hʼetayê gazîkirî. Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe, hê dewrêd berêda soz daye 3 û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me. 4 Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be. Şixulê Tîto Kirêtayêda 5 Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsîyara kʼifş kî, çawa min ev tʼemî li te kir: 6 Gerekê berpirsîyar bêlekʼe be, mêrê jinekê be, zarʼêd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtîyê yan jî bona neguhdarîyê nekʼetine nava dev-dirana. 7 Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram, 8 lê mêvanhʼiz, xêrxwaz, aqilda giran, ser heqîyê, Xwedêrʼa dayî, xwegirtî. 9 Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan. 10 Yêd xweserîxwe gelek in, yêd xeberpʼûçʼ û derewîn, îlahî ewêd ku ji nava cihûyada ne. 11 Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin. 12 Ji kirêtîya hema xût zanekî wan jî gotîye: «Kirêtî tʼimê derewîn in, ew rʼeʼwirêd xirab in, û pʼirʼxurêd bêxîret in». 13 Ev şeʼdetîke rʼast e, lema hʼişk li wan hilê, ku saxlem bin bawerîyêda 14 û guh nedine çʼilovîskîyêd cihûya û tʼemîyêd wan merivêd ku ji rʼastîyê dagerʼîyane. 15 Her tişt hʼelal e bona hʼelala, lê hʼeram û nebawerarʼa tiştekî hʼelal tʼune, hʼeta aqil û îsafa wan jî hʼerʼimîne. 16 Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia