Korîntî II, 11 - Peymana Nû (Încîl)Pawlos û şandîyêd derew 1 Ez dixwazim ku hûn bikaribin hinekî bêhʼişîya min bibihêrin! Lê bikin ku bibihêrin jî! 2 Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê. 3 Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin. 4 Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin. 5 Lê bi tʼexmîna min ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd eʼyane ha kêmtir nînim! 6 Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek hʼemû alîyava her tiştîda nîşanî we daye. 7 Gelo min gune kir, ku Mizgînîya Xwedê bê heq da we, xwe jî ber we şkênand, ku hûn bilind bin? 8 Min civînêd mayîn tʼalan kirin ji ber heqê xweva, wekî xizmetkʼarîyê werʼa bikim. 9 Û gava ez li cem we bûme hʼewcê tiştekî, min giranî neda ji we tʼu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî. 10 Bi wê rʼastîya Mesîh, ya ku nava minda ye, rʼûspîtîya min wê dor-berêd qeza Axayayêda jî betal derneyê. 11 Çima ez aha dikim? Ez we hʼiz nakim? Wê yekê Xwedê zane! 12 Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî rʼê nekʼeve wan, yêd ku meʼnîya digerʼin, wekî pʼeyê xwe bidin, yançîye ew jî mîna me dixebitin. 13 Lê na, yêd usa şandîyêd derew in, pʼalêd qelp in, xwe dikine dilqê şandîyêd Mesîhe rʼast. 14 Û ev yek ne tiştekî eʼcêbmayînê ye! Mîrêcin xwexa jî xwe dike dilqê milyakʼetê rʼonayîyê. 15 Hilbet ne tiştekî mezin e, ku xizmetkʼarêd wî jî bikʼevine dilqê xizmetkʼarêd heqîyê. Axirîya wanê weke eʼmelêd wan be. Pawlos pʼeyê xwe teʼlî-tengîyêd xweda dide 16 Dîsa dibêjim, bira tʼu kes min bêhʼiş hʼesab neke. Lê heger hûn dikin jî, îdî bira min mîna yekî bêhʼiş qebûl kin, ku ez jî hinekî pʼeya bême xwe. 17 Çi ku dibêjim, rʼast e li Xudan xweş nayê, lê çawa yekî bê hʼemdî xwe, ber bayê navê xwe kʼetî. 18 Gelek bi merivayî pʼeyê xwe didin, ezê jî pʼeya bême xwe. 19 Hûn merivne serwaxt in, lema bi dilekî şa li bêhʼişa sebir dikin! 20 Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we kʼara xwerʼa dide xebatê, yan ser werʼa kʼubar dibe, yan rʼûyê we dixe. 21 Ez bi şermîyê dibêjim, ku em wê yekêda pênebûyî bûn! Heger yek rʼûyê wî digire bi tiştekî bifirʼe, rʼûyê min jî digire, (ez vê yekê ji bêfeʼmîya xwe dibêjim). 22 Ewana îbranî ne? Ez jî. Îsraêlî ne? Ez jî. Ji rʼikʼinyata Birahîm in? Ez jî. 23 Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme. 24 Bi destê cihûya pênc cara, ji çilî yek kêm, bi qamçîya hatime lêdanê, 25 sê cara bi destê rʼomîya bi şiva hatime lêdanê, carekê ez dame ber kevira, sê cara rʼastî gemîwelgerʼandinê hatime, şev û rʼojekê beʼrêda mame. 26 Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew. 27 Dixebitîm, diçerçirîm, gelek cara xewê şeva nedikir, tʼî-birʼçî, gelek cara bê nan, sermê û bêsitʼarîyêda bûm. 28 Pêştirî tiştêd mayîn, xemêd hʼemû civînaye her rʼoj jî ser min tʼop dibin. 29 Gava yek ser hʼalê xweda digirî, ez jî tʼevî wî digirîm! Gava yek ji rʼê tê derxistinê, dilê min jî diqilqile! 30 Heger lazim be ez pʼeyê xwe bidim, ezê ser hʼalêd xweye sist pʼeya bême xwe. 31 Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku hʼeta-hʼetayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim. 32 Bajarê Şamêda welîyê berdestîyê Arêtas pʼadşa, bona ku min bigire, nobedar dabûne ber dergehêd bajêr, 33 ez pê sepetê pʼencerekêrʼa sûrêva daxistime xwarê û ji destê wî rʼevîm. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia