یعقوب 2 - Peymana Nû (Încîl)Firqîyê nekine nava meriva 1 Xûşk-birayêd min! Hûn ku bawermendêd Xudanê me Îsa Mesîhê xweyîrʼûmet in, firqîyê nekine nava meriva. 2 Mesele, gava yekî gustîla zêrʼ tʼilîyêda û kʼincêd rʼewş wergirtî bê civîna we, usa jî yekî belengaz bi kʼincêd pʼizinîva bê 3 û hûn dîna xwe bidine yê xweyê kʼincêd rʼewş û bêjinê: «Kʼerem ke vê jorê rʼûnê», lê yê belengazrʼa bêjin: «Ser pʼîya bisekine» yan jî «vê jêrê rʼûnê», 4 gelo hûn nava xweda firqîyê danaynin û nabine hʼakimêd fikirêd xirab? 5 Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin? 6 Lê hûn belengaza bêhurmet dikin! Çima ew yêd dewletî nînin, ku zorê li we dikin û we kʼaşî ber dîwanê dikin? 7 Çima ew nînin, yêd ku wî navê qenc bêhurmet dikin, kʼîjan ser we ye? 8 Heger hûn qanûna Pʼadşatîyê biqedînin, li gora nivîsara ku dibêje: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike», hûn qenc dikin. 9 Lê heger hûn firqîyê dikin, guna dikin û hindava Qanûnêda dibine yekî gunekʼar. 10 Ewê ku tʼemamîya Qanûnê xwey dike, lê tiştekî jê berʼdide, ew dibe deyndarê tʼemamîya Qanûnê. 11 Çimkî Ewê ku got: «Zinîyê neke» usa jî got: «Nekuje». Awa heger zinîyê nekî, lê bikujî, dîsa Qanûnê ditʼerʼibînî. 12 Xeberdan û kirinêd xweda usa bin, çawa yêd dîwana wanê bi wê qanûnê bibe, ya ku azayîyê dide. 13 Çimkî bê rʼeʼm wê dîwana bêrʼeʼma bibe, lê rʼeʼm li ber dîwanê rʼûspî dike. Bawerî û kirin 14 Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku bawerîya wî heye, lê kirêd wî tʼunebin? Gelo eva bawerîya dikare wî xilaz ke? 15 Mesele, heger birak yan xûşkek sitʼar lê tʼunebe yan hʼewcê nanê rʼojê be, 16 ji we yek wanrʼa bêje: «Bi xêr û silamet herʼin, germ û tʼêr bin», lê tiştêd ku ew hʼewce bin nede wan, çi feyde? 17 Usa jî bawerî, heger kirêd wê tʼunebin, bi tʼenê mirî ye. 18 Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim. 19 Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin. 20 Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêhʼiş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye? 21 Ne Birahîmê bavê me bi kira rʼast hate hʼesabê, gava kurʼê xwe Îshaq danî ser gorîgehê, ku bike qurban? 22 Tu dibînî ku bawerîyê tʼevî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira bawerî kʼamil bû? 23 Û gotina nivîsarê hate sêrî, ku dibêje: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew jêrʼa rʼastî hate hʼesabê» û dostê Xwedê hate gotinê. 24 Hûn dibînin ku meriv bi kira rʼast tê hʼesabê, ne ku tʼenê bi bawerîyê? 25 Ne usa jî Rʼexaba çʼeʼvder bi kira rʼast hate hʼesabê, gava ceʼsûs qebûl kirin û ew rʼêke dinva verʼêkirin? 26 Awa çawa qalib bê rʼuhʼ mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia