یعقوب 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be. Bawerî û serwaxtî 2 Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hʼesab kin, gava hûn bikʼevine nava cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina. 3 Feʼmdarî ye, ku cêrʼibandina bawerîya we sebirê pêşda tîne. 4 Û sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kʼamil û gihîştî bin, tʼu kêmasîke we tʼunebe. 5 Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake. 6 Lê tʼenê bira bi bawerîyê bixwaze û dudilî nebe, çimkî yê dudilî mîna pêlêd beʼrê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin. 7 Merivê usa bira nefikire, ku wê tiştekî ji Xudan bistîne. 8 Ew merivê ku ser du niga dikule, hʼemû gavêd xweda ne ser ya xwe ye. Feqîr û dewletî 9 Birayê belengaz bira ser bilindbûna xwe bifirʼe, 10 lê yê dewletî ser nimizbûna xwe, çimkî ewê mîna gulêd gîhê hʼişk be herʼe. 11 Çawa teʼv bi germayîya xweva dertê gîhê hʼişk dike, gul jê diwarin û bedewetîya dîndara wê jî unda dibe, usa jî yê dewletî wê îşê xweda biçʼilmise herʼe. Kʼetin-rʼabûn 12 Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin. 13 Bira tʼu kes, yê ku nava cêrʼibandinêda ye, nebêje: «Xwedê min bi xirabîyê dicêrʼibîne», çimkî Xwedê xirabîyada nayê cêrʼibandinê û ne jî yekî dicêrʼibîne. 14 Lê her kes dibe maşoqê dilhavijîyêd xwe, dixape û tê cêrʼibandinê. 15 Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe. 16 Nexapin xûşk-birayêd mine delal! 17 Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe. 18 Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî. Bibihên û biqedînin 19 Zanibin, xûşk-birayêd mine delal, bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrskʼetinêda giran be, 20 çimkî hêrsa mêriv heqîya Xwedê nayne sêrî. 21 Lema hʼemû mirʼdarʼîyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare rʼuhʼê we xilaz ke. 22 Xeberê biqedînin, ne ku tʼenê bibihên û usa xwe bixapînin. 23 Heger yek xeberê tʼenê dibihê û naqedîne, ew mîna wî merivî ye, yê ku neynikêda rʼeng-rʼûyê xwe dinihêrʼe. 24 Xwe dibîne, derbaz dibe diçe û zû bîr dike, ku ew yekî çawa bû. 25 Lê ewê ku çʼeʼvê xwe ji qanûna kʼamile ku aza dike nabirʼe û nava wêda dimîne, dibihê bîr nake, lê diqedîne, ew wan kirinêd xweda xwezilî ye. 26 Heger yek xwe xwedênas hʼesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasîya wî pʼûçʼ e. 27 Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia