Îbranî 2 - Peymana Nû (Încîl)Miqatî xwe bin, ku xilazbûna mezin war bin 1 Bona vê yekê gerekê em hê gelekî guh bidine wan tiştêd me bihîstine, wekî em ji wan nexalifin. 2 Çimkî heger ew xebera pê milyakʼeta hate gotinê hʼîmgirtî ma û hʼemû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe rʼast standin, 3 lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva eʼseyî kirin. 4 Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû. Yê ku me berbi xilazbûnê dibe 5 Xwedê ne ku milyakʼet kirine serwêrêd wê dinya ku wê bê, ser kʼîjanê em xeber didin. 6 Lê nivîsar cîkî şeʼdetîyê dide û dibêje: «Ya Xwedê, însan çi ye ku wî bîr tînî, yan bendê vê dinê ku bona wî xem dikî? 7 Te hinek wext ew ji milyakʼeta nimiztir kir, bi rʼûmet û hurmetê ew tʼac kir, 8 hʼemû tişt kirine binê nigêd wî». Awa Yê ku her tişt kirine binê nigêd wî, tiştek nehişt ku nekiribe binê niga. Lê niha em hê her tiştî binê nigêd însênda nabînin. 9 Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta. 10 Belê hêja bû ku Xwedê, Yê ku her tişt bona Xwe eʼfirandîye û bi destê Xwe xwey dike Rʼêberê xilazbûna wan bi cefa kʼamil bikira, wekî gelek law tʼevî rʼûmeta Îsa bikirana. 11 Ewê ku pîroz dike û ewêd ku pîroz dibin, ev hʼemû jî ji Bavekî ne. Lema Ew vê yekêda şermîyê nabîne, ku wan xûşk-birayêd Xwe hʼesab ke 12 û dibêje: «Derheqa navê Teda Ezê xûşk-birayêd Xwerʼa bêjim, civînêda Ezê eşqî Te bistrêm». 13 Û aha jî dibêje: «Ezê gumana Xwe bidime ser Xwedê». Û aha jî: «Va me Ez û ew zarʼêd ku Xwedê dane Min». 14 Çawa ku zarʼ xûn û goşt in, Îsa Xwexa jî bû mîna wan, kʼete binyatʼa merivayê, wekî bi vî awayî pê mirina Xwe, yê ku hʼukumê wî ser mirinê heye unda ke, awa gotî mîrêcin 15 û yêd ku tʼemamîya eʼmirê xweda hêsîrêd tirsa mirinê bûne xilaz ke. 16 Belê feʼmdarî ye, ku Ew alîkʼarîya milyakʼeta nake, lê alîkʼarîya zurʼeta Birahîm dike. 17 Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê. 18 Çawa Ewî cefa kʼişand, hate cêrʼibandinê, usa jî dikare alîkʼarîya wan bike, yêd ku dikʼevine nava cêrʼibandinê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia