Îbranî 12 - Peymana Nû (Încîl)Dîna xwe bidine Îsa Mesîh Pêşîkʼêşê bawerîyê 1 Awa ku haqas eʼlaleta şeʼdaye giran dora me girtîye, de werin em hʼemû giranîyê û wî gunê ku rʼihʼet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda birʼevin. 2 De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt. 3 Awa ser Wî bifikirin, Yê ku li ber wan gunekʼarêd miqabilî Xwe teyax kir. Hingê hûnê newestin û ji îlacê nekʼevin. 4 We hê hʼeta xûnrʼêtinê miqabilî gune şerʼ nekirîye. 5 Gelo we ew dildayîna bîr kirîye, ya ku Xwedê werʼa çawa tʼevî zarʼêd Xwe xeber da? «Lawê Min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava ew li te hiltê, li ber xwe kʼeve. 6 Çimkî Xudan kʼê hʼiz dike, wî şîret dike û kʼîjanî çawa law qebûl dike, ceza dike». 7 Hûn şîretê teyax kin, çimkî Xwedê tʼevî we rʼadibe-rʼûdinî çawa tʼevî zarʼêd Xwe. Ew kʼîjan zarʼ e, ku bav wî şîret nake? 8 Lê heger hûn neyêne şîretkirinê çawa hʼemû zarʼ têne şîretkirinê, ku usa ye hûn ne zarʼêd hʼelal in, lê yêd ji zinêkʼarîyê ne. 9 Heger em ku ji bavêd xweye xûn-goşt têne şîretkirinê vedikʼişin, hê çiqas zêde gerekê em gurʼa Bavê rʼuhʼê xweda bin, wekî em bijîn? 10 Bavêd meye xûn-goşt wextekî kin li gora dilê xwe me şîret dikin, lê Xwedê bona kʼara me, wekî em jî mîna Wî bibin pîroz. 11 Rʼast e her şîretek wê demê dilê merîya şa nake, lê dêşîne, lê belê paşê yêd ku bi wê hînbûyî ne, berê eʼdilayîyê ji jîyîna rʼast diçinin. Haş ji xwe hebin 12 Awa qolanê milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê tʼaqet bişidînin 13 û nigêd xwe rʼîya rʼastda bavêjin, ku yê dikule hol nebe, lê serda qenc be. 14 Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne. 15 Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke. 16 Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çʼeʼvder yan dinêhʼiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtîya xwe firot. 17 Awa weva eʼyan e jî, paşê gava ewî bi hêsira xwest ku ew duayê nixurtîyê li wî jî bibe, hate tʼexsîrkirinê. Çʼare dêst nekʼet, wekî ew tiştê ji destê xwe kiribû paşda bistanda. 18 Hûn mîna cimeʼta Îsraêlê nêzîkî wî çʼîyayê ber çʼeʼva nebûne, yê ku agir pêkʼetibû, bi teʼrîstanîyê, mij-dûmanê û bobelîskêva girtî bû, 19 ku li wir borʼî lê dikʼet û dengê gotinê dihat. Gava yêd ku ev deng dibihîstin, hîvî dikirin, ku îdî xebereke din wanrʼa neyê gotinê, 20 çimkî li wê fermanê tʼaw nedikirin ku digot: «Heger hʼeywanek jî nêzîkî çʼîyê be, gerekê bidine ber kevira». 21 Ev dîtina ber çʼeʼva usa saw bû, hʼeta ku Mûsa jî got: «Ez ditirsim û dilerizim». 22-23 Lê hûn nêzîkî çʼîyayê Sîyonê bûne, wî bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma eʼzmana û nêzîkî wê kʼombûna rʼengîne milyakʼetêd bêhʼesab bûne, wê civîna nixurîyaye ku navêd wan li eʼzmana nivîsar e. Hûn nêzîkî Xwedê bûne, ku hʼakimê hʼemûya ye û nêzîkî rʼuhʼêd rʼasta bûne, yêd ku gihîştine kʼamiltîyê 24 û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide. 25 Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide? 26 Dengê Wî hingê eʼrd hʼejand, lê niha soz daye û dibêje: «Ezê careke din jî bihʼejînim, ne ku tʼenê eʼrdê, lê eʼzmana jî». 27 Xebera «careke din» dide kʼifşê, ku tiştêd eʼfirî wê bihʼejin û bêne hildanê, wekî yêd nahʼejin cîda bimînin. 28 Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em pʼadşatîke nehʼejîyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bihʼebînin, çawa ku li Wî xweş tê, 29 çimkî Xwedêyê me agirê pʼerʼitandinê ye. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia