Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Îbranî 10 - Peymana Nû (Încîl)


Qurbanbûna Mesîh ser qurbanêd Qanûna Mûsarʼa ye

1 Qanûn sîya wan tiştêd qenc e, kʼîjane ku tên, lê ne xût mîna wan yeka ye. Bona vê yekê Qanûn pê wan qurbanêd ku her sal peyhev-peyhev têne dayînê nikare wan kʼamil bike, yêd ku bi qurbandayînê nêzîkî Xwedê dibin.

2 Heger paqij bûna, wana wê dest ji qurbandayînê bikʼişanda, çimkî bi carekê yêd xweyîqurban wê bihatana paqijkirinê, ji wir şûnda bona guna îsafa wan wê li wan hilnehata.

3 Lê ew qurban her sal gunêd wan tînine bîra wan.

4 Çimkî xûna canega û nêrîya tʼu car nikare guna rʼesît ke.

5 Lema jî, gava Mesîh wê bihata vê dinê, got: «Te qurban û hʼedî nexwestin, lê Te bona Min qalibek hazir kir.

6 Dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd ji ber gunava Te xweş nehatin.

7 Hingê Min got: ‹Va me ya Xwedê, Ez hatim eʼmirê Te bînime sêrî, çawa bona Min kʼitêbêda nivîsar e›».

8 Pêşîyê dibêje: «Qurban û hʼedî, dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd ji ber gunava Te nexwestin û ew li Te xweş nehatin» (lê ew anegorî Qanûnê têne dayînê).

9 Paşê dibêje: «Va me ya Xwedê, Ez hatim ku eʼmirê Te bînime sêrî». Ya pêşin, Mesîh wêda davêje, ku ya duda tʼestîq ke.

10 Bi vî awayî Îsa Mesîh eʼmirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tʼim bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin.

11 Her kʼahînek, her rʼoj nava xizmetkʼarîya xweda ye û gelek cara xût wan qurbana dide, kʼîjanêd ku tʼu car nikarin guna rʼesît kin.

12 Lê Evî kʼahînî tʼenê carekê bona guna qurban da û peyrʼa hʼeta-hʼetayê kʼêleka Xwedêye rʼastê rʼûnişt

13 û ji wir şûnda hîvîyê ye, hʼeta ku dijminêd Wî bin pʼîyêd Wîda bêne danînê.

14 Bi qurbanekê Ewî yêd ku paqij dibin hʼeta-hʼetayê kʼamil kirin.

15 Rʼuhʼê Pîroz jî şeʼdetîyê dide me. Pêşîyê dibêje:

16 «Ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî wan girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje. Ezê qanûnêd Xwe bikime dilê wan û hʼişêd wanda wan binivîsim».

17 Paşê dibêje: «Ezê gune û neheqîyêd wan îdî bîr neynim».

18 Û ew dera ku baxşandin heye, îdî bona guna hʼedî kêr nayê.


De bira em nêzîkî Xwedê bin

19 Awa xûşk-birano, bi saya xûna Îsa em dikarin mêrkʼîmî bikʼevine Cîyê Herî Pîroz,

20 wê rʼîya nûye saxrʼa, ya ku Ewî bona me nava wê pʼerʼdêrʼa vekir, awa gotî bi bedena Xwe.

21 Awa ku Kʼahînekî meyî mezin heye ser mala Xwedê,

22 em dikarin bi dilê rʼast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva tʼijî, îsafa xweda bi xûnrʼeşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî.

23 De em wê gumana ku em îqrar dikin qewîn bigirin û ji cî nehʼejin, çimkî amin e, Ewê ku soz daye.

24 Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hʼizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev.

25 Bira em dest ji lihevcivînê nekʼişînin, çawa ku hineka xwerʼa kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku Rʼoja Axretê nêzîk dibe.

26 Çimkî heger me rʼastî nas kirîye qebûl kirîye û peyrʼa bi hʼemdê xwe nava gunada bimînin, îdî ji vir şûnda bona baxşandina guna qurban berga tʼu tiştî nagire,

27 lê tʼenê bi lerizekê dimîne hîvîya dîwanê û kʼûra agir, ku wê yêd miqabilî Xwedê hʼûfî xwe ke.

28 Yekî heger Qanûna Mûsa bitʼerʼibanda, gava du yan sê şeʼde hebûna, bê rʼeʼm dihate kuştinê.

29 Lê tʼexmîna we, ewê hê çiqasî hêjayî cezayê giran be, yê ku Kurʼê Xwedê daye bin pʼîyêd xwe û Xûna peymanê hʼeram hʼesab kirîye, bi Kʼîjanê ew paqij bû û Rʼuhʼê kʼeremdayînê bêhurmet kirîye?

30 Belê em Wî nas dikin, Yê ku got: «Hʼeyfhildan ya Min e, Ezê hilînim». Û dîsa: «Xudan wê dîwana cimeʼta Xwe bike».

31 Tiştekî tirs û xof e, ku bikʼevine destê Xwedêyê sax!

32 Wan rʼojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine rʼonayîkirinê, we şerʼekî çawayî giran bi cefava dikʼişand.

33 Carna bi qara û zêrandina hûn aşkere dihatine rʼezîlkirinê, carna jî tʼevî hʼalê wan dibûn, yêd ku ew tişt dikʼişandin.

34 Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye.

35 Awa wê gumana xwe unda nekin, ya ku hêjayî heqê mezin e.

36 Werʼa sebir lazim e ku hûn eʼmirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê Wî.

37 Çawa nivîsar e: «Pey wextekî kinrʼa, Ewê ku wê bê, wê bê û derengî nebe.

38 Lê yê ber Min rʼast, wê bi bawerîyê bijî û heger ew paşda vekʼişe, Ez wî begem nakim».

39 Lê em ne ji wan in, ku paşda vekʼişin û unda bin, lê em ew in, ku bawer dikin, wekî rʼuhʼêd me xilaz bin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ