Filîpî 3 - Peymana Nû (Încîl)Rʼîya rʼaste bona xilazbûnê 1 Heyneser xûşk-birayêd min, bi Xudan şa bin! Ez aciz nabim ku dîsa wan tişta werʼa dinivîsim, lê ew bona bêxofîya we ye. 2 Hʼevza xwe ji «se-kûçʼika» bikin, hʼevza xwe ji pʼalêd xirab bikin, hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku qalib dibirʼin, sinet dikin. 3 Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e, 4 lê rʼast bêjim ez dikarim gumana xwe bidime ser wan nav-nîşanêd qalib. Heger yek difikire, ku gumana wî ser qalib heye, ya min hê zêde heye. 5 Rʼoja hʼeyşta sinet bûme, ji rʼikʼinyata Îsraêl im, ji qebîla Binyamîn, îbranî me û kurʼê îbranîya, alîyê Qanûnêda fêrisî, 6 min kʼerbî xîretê civîna Xwedê dizêrand, hindava wê rʼastbûna ku ji Qanûnê tê ez bêlekʼe bûm. 7 Lê çi ku kʼara min bû, min bona Mesîh zîyan hʼesab kirîye. 8 Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim 9 û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e. 10 Ez dixwazim Wî û qewata rʼabûna Wîye ji mirinê nas kim û tʼevî cefayêd Wî bim, bikʼevime hʼalê mirina Wî, 11 ku bi awayîkî bikaribim bigihîjime rʼabûna mirîya. Rʼevîna berbi meremê xwe 12 Ez nabêjim ku ez îdî gihîştime meremê xwe yan jî îdî kʼamil bûme, lê ez pey kʼetime, ku wê xelatê qazinc kim, bona kʼîjanê Mesîh Îsa ez qazinc kirime. 13 Xûşk-birano, ez xwe hʼesab nakim, ku min ew yek qazinc kirîye, lê serî ew e, ku ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim, xwe bavêjime yêd pêşîya xwe, 14 diceʼdînim bigihîjime meremê xwe, wê lecxelata jorçûyînê, awa gotî gazîya Xwedêye bi saya Mesîh Îsa bistînim. 15 Awa ji me hʼemûya, îdî kʼî «gihîştî» ye, gerekê aha bifikire. Lê heger tiştekî din jî dilê weda hebe, ewê yekê jî Xwedê wê ber we veke. 16 Lê tʼenê em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn. 17 Çʼeʼv bidine min xûşk-birano û dîna xwe bidine wan, yêd ku usa xwe xwey dikin, çawa ku me bi rʼabûn-rʼûniştina xwe nîşanî we kirîye. 18 Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona kʼîjana min gelek cara werʼa gotîye, niha jî bi girî dibêjim. 19 Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin. 20 Lê welatê me li eʼzmana ye, ji kʼu em çʼeʼvnihêrʼîya Xilazkir, Xudan Îsa Mesîh in. 21 Ewê qalibê meye tʼengezar biguhêze û bike mîna qalibê Xweyî xweyîrʼûmet, bi wê qewata ku dikare her tiştî bike bindestê Xwe. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia