Filîpî 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva: 2 De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. Duayê Pawlos 3 Ez şikirîya xwe Xwedêyê xwe tînim gava her gav we bîr tînim, 4 tʼimê nava hʼemû duayêd xweda, bona we hʼemûya bi dilê şa dua dikim, 5 çimkî hûn rʼoja pêşinda hʼeta îro tʼevî şixulê Mizgînîdayînê bûne. 6 Û ez vê yekêda guman im, Ewê ku dilê weda dest bi şixulê Xweyî qenc kirîye, wê hʼeta Rʼoja hatina Mesîh Îsa jî bigihîne sêrî. 7 Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê. 8 Xwedê şeʼdê min e, ku ez bi hʼuba Mesîh Îsa çiqasî hʼeyra we hʼemûyada me. 9 Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be, 10 wekî kʼîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê Rʼoja hatina Mesîhda şîrhʼelal û bêlekʼe bin 11 û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê. Jîyîn Mesîh e 12 Ez dixwazim ku hûn bizanibin xûşk-birano, wekî çi ku hate serê min, ewê hê kʼar da pêşdaçûyîna Mizgînîyê. 13 Awa tʼevayîya kʼoma kʼoçʼikserêva, usa jî hʼemûyêd mayînva eʼyan e ku ez bona navê Mesîh nava van qeydada me. 14 Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin. 15 Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê. 16 Evana ji hʼizkirinê dannasîn dikin, çimkî ew zanin ku ez ser vî qulixî hatime danînê, ku piştgirîyê Mizgînîyê bikim. 17 Lê yêd mayîn bona hevrʼikʼîyê Mesîh dannasîn dikin, ne bi dilê rʼast. Ew difikirin, ku tengasîyê ser qeydêd minda zêde kin. 18 Lê firqî tʼune! Çawa jî bibe, heger ewana bi qelpîyê yan bi rʼastîyê Mesîh dannasîn dikin, ez bi vê yekê şa me. Belê ezê şa bim jî, 19 çimkî ez zanim ku ev yek wê axirîyê li ber azabûna min kʼeve, bi duayêd we û alîkʼarîya Rʼuhʼê Îsa Mesîh. 20 Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be. 21 Çimkî bona min jîyîn Mesîh e û mirin jî kʼar e. 22 Heger jîyîna vî qalibîda hê kʼarê dide şixulê min, ez nizanim kʼîjanî bibijêrim. 23 Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e, 24 lê mayîna mine vî qalibîda hê bona kʼara we ye. 25 Ez vê yekê ku bê şik bawer dikim, lema jî zanim ku ezê bimînim, tʼevî we hʼemûya bim, wekî hûn hê pêşda herʼin û bawerîyêda şa bin. 26 Awa gava ez dîsa bême cem we, hûn pê min bi saya Mesîh Îsa hê firʼnaq bin. 27 Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne. 28 Tʼu alîyava ji peykʼetîyêd xwe venekʼişin. Ev yek nîşaneke undabûna wan û xilazbûna we ye û ev jî ji Xwedê ye. 29 Eva kʼerema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku tʼenê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bikʼişînin. 30 Niha jî hûn nava wî şerʼîda ne, kʼîjan ku we ser min dît û niha bona min dibihên. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia