Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Filêmon 1 - Peymana Nû (Încîl)


Silavkirin

1 Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmotʼêyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwerʼa,

2 Afîya xûşkrʼa û Arxîpoyê hevaleskerê xwerʼa û usa jî wê civînêrʼa ku mala teda dicive:

3 De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Bawerî û hʼizkirina Filîmon

4 Ez her gav ji Xwedêyê xwe rʼazî me, gava nava duayêd xweda te bîr tînim birayê Filîmon,

5 çimkî bona wê hʼizkirina teye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda û bawerîya teye hindava Xudan Îsada dibihêm.

6 Ez dua dikim, wekî heleqetîya teye tʼevî me, nava bawerîyêda me bigihîne wê zanebûna kʼûr, ya ku hindava her tiştêd meye qence tʼevî Mesîh e.

7 Bona wê hʼizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cimeʼta Xwedê pê te rʼihʼet bûye.


Hîvîkirina Pawlos bona Onîsîmoyê xulamê Filîmon

8 Bona vê yekê bi Mesîh çawa bira, min dikaribû turuş kira, eʼmirî ser te bikira, çi ku cayîz bû,

9 lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,

10 bona lawê xwe Onîsîmo hîvî ji te dikim, yê ku qeydê minda çawa kurʼek minrʼa dinê kʼet.

11 Ew wextekê kêrî te nedihat, lê niha hin kêrî te tê, hin jî kêrî min.

12 Ez wî paşda dişînime cem te, ew cegera min e.

13 Min dixwest ew cem xwe bihişta, ku dewsa te ber destê min bûya, hʼeta ku ez bona Mizgînîyê qeydada me.

14 Lê bêyî te min nexwest tiştekî bikim, ku qencîya te usa nebe, çawa borcek kiribine stûyê te, lê bi rʼezedilîya te be.

15 Belkî bona vê yekê ew wextekê ji te dûr kʼet, ku ew her tʼim bibe pʼara te,

16 ne ku çawa xulam, lê ji xulamekî zêdetir e, çawa birakî delal! Bona min ew çiqasî delal e, lê bona te ewê hê zêde be, hin alîyê xulamtîyêda, hin jî alîyê Xudanda.

17 Awa heger tu min çawa hevalê xwe hʼesab dikî, wî usa qebûl ke, çawa min.

18 Heger ewî neheqîk jî li te kiribe, yan tiştekî deyndarê te be, ser min hʼesab ke.

19 Ez Pawlos bi destê xwe dinivîsim: Ezê li te vegerʼînim (lê ez bi vê yekê naxwazim bêjime te, ku tu jîyîna xweva deyndarê min î.)

20 Niha, birayê minî ji Xudanda, vê qencîyê bona min bike, bona xatirê Mesîh dilê min rʼihʼet ke.

21 Ez guhdarîya teda guman bûm, lema jî min ev yek terʼa nivîsî, çimkî ez zanim tê ji gotina min zêdetir bikî.


Gotinêd axirîyê

22 Pêştirî vê yekê jî, minrʼa cîkî mayînê hazir ke, çimkî gumana min heye, ku Xwedêyê caba duayêd we bide, min paşda bide we.

23 Êpafrasê bona navê Mesîh Îsayî tʼevî min girtî, te silav dike,

24 usa jî Marqos, Erîstarxo, Dîmas û Lûqa, heval-xebatêd min.

25 Kʼerema Xudan Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼêd we be.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ