Efesî 4 - Peymana Nû (Încîl)Em hʼemû jî bedenek in 1 Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê. 2 Hûn bi tʼemamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê hʼizkirinêda li ber hev daxin. 3 Biceʼdînin, ku yektîya Rʼuhʼ pê hevgirêdana eʼdilayîyê xwey kin. 4 Çawa beden yek e û Rʼuhʼ yek e, hûn jî gumanekêrʼa hatine gazîkirinê. 5 Xudan yek e, bawerî yek e, nixumandin yek e, 6 Xwedê yek e, Ew Bavê hʼemûya ye, ku ser hʼemûyarʼa ye, bi hʼemûya ya Xwe dike û nava hʼemûyada ye. 7 Belê ji me her kesîrʼa jî kʼerem hatîye dayînê, çawa Mesîh pʼarevekir. 8 Bona vê yekê tê gotinê: «Gava hilkʼişîya çû jorê, hêsîr tʼevî Xwe birin û pʼêşkʼêş dane meriva». 9 Ev «hilkʼişîya» çi tê hʼesabê? Dixwaze bêje, ku Ew pêşda berjêrî wê dinya jêrin bû. 10 Ewê ku berjêr bû, hema Ew e, Yê ku Xwe da fêza hʼemû eʼzmana, wekî her tiştî hʼizûrîya Xweva tʼijî ke. 11 Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar. 12 Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh, 13 hʼeta ku em hʼemû jî bigihîjine wê yekê, ku bawerîyê û Kurʼê Xwedê naskirinêda tʼifaq bin, bibine merivêd gihîştî, tʼam weke bejin-bala Mesîh. 14 Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin. 15 Lê rʼastîyê pê hʼizkirinê bêjin, her alîyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e. 16 Ji Wî tʼemamîya bedenê hevva ne û hʼemû jî bi alîkʼarîya her sêvikekê hevva girêdayî ye. Û gava her pʼareke bedenê şixulê xwe dike, hʼizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe. Jîyîna nûye tʼevî Mesîh çawa endemêd Bedena wî 17 Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin. 18 Ewana feʼmêd xweda şûna rʼeşva çûn û ji jîyîna Xwedê dûr kʼetine, ji dest nezanîya nava xwe û serhʼişkîya xwe. 19 Şerma rʼûyê xwe unda kirine û usa xwe dane doxînê, hʼeta ku her cûrʼe kirinêd hʼeram dikin û tʼêr nabin. 20 Lê we Mesîh usa nas nekir! 21 Belê we bona Wî bihîstîye jî û çawa yêd pʼara Îsa, hûn wê rʼastîya nava Wîda hîn bûne. 22 De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd hʼilekʼarva dêrisbûyî ye 23 û bi rʼuhʼ û fikirêd xweda nûyejîyîn bin, 24 merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi heqî û hʼelalîya bê qelpî xuliqî ye. 25 Awa derewa ji xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwerʼa rʼast xeber de, çimkî em bi hevrʼa endemêd Bedena Mesîh ne. 26 Heger hûn hêrs kʼevin, guna nekin, bira rʼo ser hêrsa werʼa neçe ava 27 û cî nedine mîrêcin. 28 Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî. 29 Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û kʼarê didine wan. 30 Û Rʼuhʼê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi Kʼîjanî hûn bona Rʼoja Azayîyê hatine morkirinê. 31 De bira her teʼlayî, hêrs, berzeqî, qarʼe-qarʼ û gotinêd nerʼêda ji we dûr bin tʼevî her cûrʼe kʼîn-boxîyêva. 32 Û hevrʼa şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia