Efesî 2 - Peymana Nû (Încîl)Ji mirinê berbi jîyînê 1 Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn, 2 gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne. 3 Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn. 4 Lê Xwedêyê ku xweyê rʼeʼma dewlemend e, bi hʼizkirina Xweye mezin, bi kʼîjanê em hʼizkirin, 5 gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî tʼevî Mesîh em sax kirin. Bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne! 6 Yektîya Wîda em ji mirinê rʼakirin û tʼevî Wî em li dîyarê eʼzmana dane rʼûniştandinê, bi saya Mesîh Îsa. 7 Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê. 8 Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye. 9 Ev yek ne ji kirina ye, wekî yek pʼeyê xwe bide. 10 Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin. Hʼemû bawermend bi saya Mesîh yek in 11 Hûn ku eʼsilê xweda necihû ne û ji alîyê cihûyada «bê sinet» dihatine hʼesabê, yêd ku xwexa xwe «sinetkirî» hʼesab dikirin, bi sinetîya qalibe bi desta kirî, awa bîr bînin ku hûn hingê çi bûn. 12 Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn. 13 Lê hûn ku wextekê dûrî van yeka bûn, niha tʼevî Mesîh Îsa bûne, bi xûna Mesîh hûn nêzîk bûne. 14 Çimkî Ew e eʼdilayîya me, ku her du, cihû û necihû kirine yek. Ewî dîwarê navbirʼîyê, awa gotî dijminatî bi bedena Xwe xirab kir 15 û tʼemî û eʼmirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike eʼdilayî. 16 Û Mesîh bedenekêda her du tʼevî Xwedê bi xaçê Xwe li hev anîn, çimkî bi wê kirinê dijminatî kʼokêva rʼakir. 17 Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî. 18 Çimkî bi saya Wî, îzina me her duya jî heye, bi Rʼuhʼekî nêzîkî Bavê bin. 19 Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we tʼevî cimeʼta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne. 20 Hûn ser wî rʼikʼinê şandîya û pʼêxembera avakirî ne, kevirê eʼnîşka kʼîjanî Mesîh Îsa Xwexa ye. 21 Bi Wî tʼemamîya avayî pêva cî bi cî bona Xudan pʼaristgeheke pîroz bilind dibe. 22 Bi Wî hûn jî bi hevrʼa têne avakirinê, çawa xana Xwedê bi Rʼuhʼê Pîroz. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia