Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Efesî 1 - Peymana Nû (Încîl)


Silavkirin

1 Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:

2 De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Dua-dirozgêd rʼuhʼanîye bi saya Îsa Mesîh bona cihû û necihûya

3 Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.

4 Berî eʼfirandina dinyayê Xwedê yektîya Wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber Wî hʼizkirinêda bijîn.

5 Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.

6 De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir.

7 Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî, awa gotî afûbûna guna standîye. Eva yeka ji dewlemendtîya kʼerema Wî ye,

8 ya ku Wî bi merʼdanî ser meda barand, pê hʼemû serwaxtî û feʼmdarîyê.

9 Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,

10 ku gava wext pêrʼa bigihîje, ew tʼivdîr mîyaser be, hʼemû tişt bin serwêrtîya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li eʼrdê, hin jî li eʼzmana.

11 Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,

12 wekî em pesinê rʼûmeta Wî bidin ku me pêşda gumana xwe danîye ser Mesîh.

13 Yektîya Wîda hûn necihû jî bûne pʼara Xwedê, gava we xebera rʼastîyê, awa gotî Mizgînîya xilazbûna xwe bihîst. We bawerîya xwe Wî anî û bi Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê.

14 Rʼuhʼê Pîroz çawa bihê hatîye dayînê hʼeta em sozê Xwedê war bin, çaxê Xwedê cimeʼta Xwe lap aza ke, bona pesindayîna rʼûmeta Xwe.


Duayê Pawlos

15 Bona vê yekê min ji hingêva ku bona bawerîya weye ser Xudan Îsa û ew hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye,

16 bona we min dest ji şikirdayînê nekʼişandîye. Ez tʼimê nava duayêd xweda we bîr tînim,

17 wekî Xwedêyê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê serwaxtîyê û eʼyantîyê bide we, ku hûn Wî tʼam nas bikin.

18 Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be

19 û çi ye ew qewata Wîye mezine bêhimber, ya ku nav me bawermendada dixebite. Ev e ew qewata Wîye zor,

20 ya ku Xwedê ser Mesîh da xebatê, gava Ew ji nava mirîya rʼakir û li dîyarê eʼzmana kʼêleka Xweye rʼastê da rʼûniştandinê,

21 Ew danî ser hʼemû serwêrtîya, hʼukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser hʼemû navêd ku têne hildanê, ne ku tʼenê li vê dinê, lê wê dinê jî.

22 Û Xwedê her tişt kire bin pʼîyêd Wî û Ew bona civînê kʼifş kir çawa serwêrê her tiştî.

23 Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ