Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

شُله رسولا 16 - Peymana Nû (Încîl)


Tîmotʼêyo hevaltîyê Pawlos û Sîlasrʼa dike

1 Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.

2 Bawermendêd Lîstrayê û Qonyayê hindava wîda qenc xeber didan.

3 Pawlos xwest wî tʼevî xwe bibe û bona wan cihûyêd wan dera girt ew sinet kir, çimkî hʼemûya jî zanibû ku bavê wî yûnan e.

4 Gava bajararʼa derbaz dibûn, ew tʼemîyêd ku şandîya û berpirsîyarêd Orşelîmê qirar kiribûn, didane bawermenda ku xwey kin.

5 Awa civîn jî bawerîyêda dişidîyan û rʼoj bi rʼoj hʼesabê wan zêde dibû.


Mekedonî xewnêda gazî Pawlos dikin

6 Nava sînorêd Firîgya û Galatyayêda gerʼîyan, çimkî Rʼuhʼê Pîroz nehişt ku qeza Asyayêda xebera Xwedê bêjin.

7 Gava nêzîkî Mîsyayê bûn, kirin ku herʼine Bîtênyayê, lê Rʼuhʼê Îsa îzin neda wan

8 û ber Mîsyayêva derbaz bûn berjêr çûne Troyayê.

9 Şev Pawlos dîtinokêda ber çʼeʼvê xwe dît, yekî mekedonî sekinî bû hîvî ji wî dikir û digot: «Were Mekedonyayê alî me bike».

10 Gava wî ew dîtinok dît, me destxweda xwest ku herʼine Mekedonyayê. Me feʼm kir, ku Xwedê me dişîne wir, wekî Mizgînîyê bidine wan.


Fîlîpyayêda Lîdya berbi Xudan vedigerʼe

11 Em ji Troyayê bi gemîyê derkʼetin rʼast çûne Samotraxê, rʼoja dinê Nêyapolîsê.

12 Ji wir jî çûne Fîlîpyayê, bajarekî neʼyîya Mekedonyayêyî eʼyan, usa jî ku bajarekî Rʼomayê ye. Wî bajarîda em çend rʼoja man.

13 Rʼoja şemîyê em ji dergehê bajêr derkʼetin çûne devê çʼêm, ew der çawa em difikirîn, cîyê dua bû. Me rʼûniştî tʼevî kʼulfetêd civîyayî xeber dida,

14 kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.

15 Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.


Pawlos û Sîlas bajarê Fîlîpyayêda têne girtinê

16 Carekê em diçûne cîyê duakirinê, carîk rʼastî me hat, ku rʼuhʼê kʼoçʼektîyê pêrʼa bû, evê bi wê kʼoçʼektîyê xweyêd xwerʼa pʼirʼ kʼar danî.

17 Eva pey Pawlos û me kʼetibû, dikire qîrʼîn û digot: «Ev merivana xulamêd Xwedêyê Herî Jorin in, ku werʼa bona rʼîya xilazbûnê dannasîn dikin!»

18 Ev yeka ewê gelek rʼoja dikir, hʼeta ku Pawlos aciz bû, vegerʼîya û wî rʼuhʼîrʼa got: «Bi navê Îsa Mesîh eʼmirî te dikim ji wê derê!» Û pêrʼa-pêrʼa ew ji wê derkʼet.

19 Gava xweyêd wê dîtin ku gumana kʼara wan hate birʼînê, Pawlos û Sîlas girtin, kʼaşî meydana bajêr cem serwêra kirin,

20 ew birine ber serdarêd Rʼomayê û gotin: «Ev merivana cihû ne û bajarê me tʼevîhev dikin.

21 Eʼdetê usa me bajarvanêd Rʼomayê hîn dikin, ku ne merʼa cayîz e qebûl kin, ne jî bikin».

22 Eʼlaletê hʼicûmî ser wan kir, serdara jî kʼincêd ser wan qelaştin û eʼmir kirin ku wan bidine ber şiva.

23 Pey gelek lêdanêrʼa avîtine kelê û eʼmirî serwêrê kelê kirin, ku rʼind miqatîyê wan bike.

24 Ewî ku ev eʼmir stand, ew avîtine zindanê û nigêd wan qeydada şidandin.

25 Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û eşqî Xwedê distiran, girtîya jî guhê xwe danîbûne ser wan.

26 Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, hʼeta ku hʼîmêd kelê jî çûn-hatin, destxweda hʼemû derî vebûn, qeyd-zincîrêd hʼemûya hatine vekirinê.

27 Gava serwêrê kelê hʼişyar bû û derêd kelê vekirî dîtin, şûr kʼişand ku xwe bikuje, çimkî wî tʼirê girtî rʼevîne.

28 Lê Pawlos bi dengê bilind kire gazî û got: «Tʼu zîyanê nede eʼmirê xwe, em hʼemû jî vira ne!»

29 Ewî çʼira xwest, rʼevî hindurʼ, lerizî xwe avîte ber Pawlos û Sîlas.

30 Ew derxistin û got: «Ez xulam! Ez çi gerekê bikim ku xilaz bim?»

31 Wana jî got: «Bawerîya xwe Xudan Îsa bîne, tê neferêd xweva xilaz bî».

32 Hingê xebera Xudan wî û wan hʼemûyarʼa gotin, yêd ku mala wîda bûn.

33 Hema wê şevê serwêrê kelê ew birin, birînêd wan şûştin û pêrʼa-pêrʼa ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê.

34 Ew anîne mala xwe, sifre li ber wan danî û tʼemamîya neferêd xweva şa bûn, ku bawerîya xwe Xwedê anîn.

35 Gava sibeh safî bû, serdara zapidêd xwe şandin û gotin: «Wan meriva berʼde».

36 Serwêrê kelê ev yek Pawlosrʼa got: «Serdar merî şandine wekî hûn bêne berʼdanê. Niha rʼabin bi xêr û silamet herʼin».

37 Lê Pawlos wanrʼa got: «Em, bajarvanêd Rʼomayê, bê dîwan bi cimeʼtî dane ber şiva avîtine kelê! Û niha dixwazin bi dizîva me derxin? Na, ev yek nabe, bira xwexa bên me derxin».

38 Zapida ev xeberana gîhandine serdara. Gava ku bihîstin ew bajarvanêd Rʼomayê ne, tirsîyan

39 hatin xwe avîtine wan, paşê ew derxistin û hîvî kirin ku ji bajarê wan herʼin.

40 Ew jî ji kelê derkʼetin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê rʼêkʼetin çûn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ