شُله رسولا 11 - Peymana Nû (Încîl)Petrûs civîna Orşelîmêrʼa şirovedike ku çima çûbû mala yekî necihû 1 Şandîya û bawermendêd alîyê Cihûstanêda diman, bihîstin ku necihûya jî xebera Xwedê qebûl kirine. 2 Gava Petrûs hevraz çû Orşelîmê, bawermendêd eʼsilê xweda cihû ew neheq dikirin û 3 digotin: «Tu çûyî cem merivêd nesinetkirî û te tʼevî wan nan xwarîye!» 4 Hingê Petrûs destpêkir bi hûr-gilî wanrʼa şirovekir û got: 5 «Min bajarê Yafayêda dua dikir, mîna sihʼetekê ser minrʼa derbaz bû. Û min dîtinokêda li ber çʼeʼvê xwe dît, derdaneke mîna destexana mezin her çar goşava ji eʼzmên dardabû hate xwarê, li ber min sekinî. 6 Ez hê zûrʼ bibûm min lê dinihêrʼî, min dîna xwe dayê, va ne hʼeywanêd çarpʼê, rʼeʼwir, şûlikîyêd eʼrdê û teyredêd eʼzmên. 7 Hingê min dengek bihîst ku minrʼa got: ‹Rʼabe Petrûs, serjêke û bixwe›. 8 Lê min got: ‹Hʼaşa ji min, Xudan, tʼu car tiştekî hʼeram yan pʼîs nekʼetîye devê min›. 9 Cara duda ewî dengî ji eʼzmên li min vegerʼand û got: ‹Ew tiştêd ku Xwedê hʼelal kirîye, tu hʼeram hʼesab neke›. 10 Eva yeka sê cara qewimî û her tişt paşda eʼzmênva hate kʼişandinê. 11 Hema wî çaxî sê merîyêd ku ji Qeyserîyê şandibûne pey min ber mala ku em têda diman sekinîn. 12 Rʼuhʼ minrʼa got: ‹Tʼevî wan herʼe, dudilî nebe›. Ev her şeş bira jî tʼevî min hatin û em çûne mala wî merivî. 13 Ewî merʼa got, ku çawa mala xweda milyakʼet dîtîye, ku sekinî ye wîrʼa gotîye: ‹Merîya bişîne Yafayê û gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin. 14 Ewê terʼa wan gotina bêje, bi kʼîjana tê û tʼemamîya neferêd mala xweva xilaz bî›. 15 Û min hema dest bi xeberdanê kir, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, çawa pêşîyê hate ser me. 16 Wî çaxî hate bîra min ew xebera ku Xudan gotibû: ‹Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê›. 17 Awa heger Xwedê xût ew pʼêşkʼêş da wan, kʼîjan da me, gava me bawerîya xwe Xudan Îsa Mesîh anî, ez kʼî bûm ku miqabilî Xwedê bisekinîyama?» 18 Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn». Bawermendêd bajarê Entakyayê 19 Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin. 20 Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan. 21 Destê Xudan wanrʼa bû, geleka bawer kir, berbi Xudan vegerʼîyan. 22 Bona wan ev deng-beʼsa gihîşte civîna Orşelîmê, Barnabas şandine Entakyayê. 23 Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin. 24 Barnabas merivekî qenc, Rʼuhʼê Pîroz û bawerîyêva tʼijî bû. Gelek cimeʼt ser bawermendêd Xudanda zêde bû. 25 Hingê Barnabas derbazî Tarsûsê bû, ku li Şawûl bigerʼe, 26 ew dît anî Entakyayê. Ewana hevrʼa tʼemamîya salekê tʼevî civînê dicivîyan û gelek cimeʼt hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê. 27 Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn. 28 Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû. 29 Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin. 30 Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia