Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

یوحنا 2 1 - Peymana Nû (Încîl)


Silavkirin

1 Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zarʼêd wêrʼa, kʼîjana ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim, ne ku tʼenê ez, lê ew hʼemû jî, yêd ku rʼastîyê nas dikin,

2 çimkî ew rʼastî nava meda dimîne û hʼeta-hʼetayê wê tʼevî me be.

3 De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Îsa Mesîhê Kurʼê Bavê, bi rʼastîyê û hʼizkirin merʼa be.


Rʼastî û hʼizkirin

4 Ez pʼirʼ şa bûm, ku min ji zarʼêd te hinek dîtin, yêd ku nava rʼastîyêda dijîn, li gora wê tʼemîya ku me ji Bavê standîye.

5 Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez tʼemîke nû terʼa nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em hʼemû hevdu hʼiz bikin.

6 Hʼizkirin ev e, ku em li gora tʼemîyêd Wî bijîn. Tʼemî ew e, ya ku we hê berê pêşda bihîstîye, wekî hûn hʼizkirinêda bijîn.

7 Gelekêd ku xelqê ji rʼê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rʼê derdixin û ekʼsîmesîh in.

8 Hûn haş ji xwe hebin, wekî hûn kʼeda xwe unda nekin, lê heqê xwe tʼemam bistînin.

9 Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye.

10 Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî.

11 Çimkî kʼî silavê bide wî, ew tʼevî kirêd wîye xirab dibe.


Silavêd axirîyê

12 Gelek tiştêd mine nivîsarê werʼa hene, lê min nexwest ser kʼaxazê bi hʼubirê binivîsim, çimkî gumana min heye ezê xwexa bême cem we û rʼû bi rʼû tʼevî we xeber dim, wekî eşqa me tʼemam be.

13 Zarʼêd xûşka teye bijartî li te silav dikin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ