Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

یوحنا 1 4 - Peymana Nû (Încîl)


Rʼuhʼê rʼast û rʼuhʼê derew

1 Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê.

2 Hûn bi vê yekê dikarin Rʼuhʼê Xwedê nas bikin: Her rʼuhʼê ku Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar dike, ew ji Xwedê ye.

3 Lê her rʼuhʼê ku Îsa bi xûn û goşt hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ev ji ekʼsîmesîh e, bona kʼîjanî we bihîstibû ku wê bê û îdî ew li dinyayêda ye.

4 Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e.

5 Ew ji dinyayê ne, lema ew ji dinyayê xeber didin û dinya guhdarîya wan dike.

6 Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike, ew guhdarîya me dike. Yê ku ne ji Xwedê ye, ew guhdarîya me nake. Bi vê yekê em Rʼuhʼê rʼastîyê û rʼuhʼê nerʼastîyê ji hev derdixin.


Xwedê hʼizkirin e

7 Delalno, de em hevdu hʼiz bikin, çimkî hʼizkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hʼiz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike.

8 Yê ku hʼiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hʼizkirin e.

9 Bi vê yekê hʼizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku Ewî Kurʼê Xweyî Tayê Tʼenê şande dinyayê, wekî em bi Wî bijîn.

10 Hʼizkirin ev e, ne ku me Xwedê hʼiz kir, lê Ewî em hʼiz kirin û Kurʼê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me.

11 Delalno, heger Xwedê aha em hʼiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hʼiz bikin.

12 Tʼu kesî Xwedê tʼu cara ne dîtîye. Heger em hevdu hʼiz dikin, Xwedê nava meda dimîne û hʼizkirina Wî dilê meda gihîştîye.

13 Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda dimînin û Ew jî nava meda, çimkî Ewî ji wî Rʼuhʼê Xwe daye me.

14 Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.

15 Heger yek îqrar dike ku Îsa Kurʼê Xwedê ye, Xwedê nava wîda dimîne û ew jî nava Xwedêda.

16 Awa em wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê hʼizkirin e û yê ku nava hʼizkirinêda dimîne, ew nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda.

17 Hʼizkirin aha dilê meda gihîştîye, wekî Rʼoja Axretê em rʼûsipî bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa derbaz kir, usa jî em derbaz dikin.

18 Hʼizkirinêda tirs tʼune, lê hʼizkirina gihîştî tirsê dûr dixe, çimkî tirs xweyîcefa ye û ewê ku ditirse, ew hʼizkirinêda hê negihîştîye.

19 Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin.

20 Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.

21 Û Ewî ev tʼemî daye me: Ewê ku Xwedê hʼiz dike, ew gerekê birê xwe jî hʼiz bike.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ