یوحنا 1 2 - Peymana Nû (Încîl)Îsa Mesîh piştgirê me ye 1 Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye. 2 Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî. 3 Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin. 4 Yê ku dibêje: «Ez Wî nas dikim», lê tʼemîyêd Wî naqedîne, ew derewîn e û rʼastî nava wîda tʼuneye. 5 Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne: 6 Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît. Tʼemîya nû 7 Delalno, ne ku tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, lê wê tʼemîya kevine ku hûn berê pêşda zanin. Tʼemîya kevin ew xeber e, ya ku we pêşda bihîstîye. 8 Lê belê tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, ku rʼastîya wê yekê çawa nava Wîda xuya dibe, usa jî nava weda. Çimkî teʼrî derbaz dibe û rʼonaya rʼast îdî rʼonayê dide. 9 Ewê ku dibêje: «Ez nava rʼonayêda me», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew hela hê nava teʼrîyêda ye. 10 Ewê ku birê xwe hʼiz dike, nava rʼonayêda dimîne û nabe sebeb, ku hinek ji rʼê bikʼevin. 11 Lê ewê, ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew nava teʼrîyêda ye, nava teʼrîyêda digerʼe û nizane kʼuda diçe, çimkî teʼrîyê çʼeʼvêd wî kor kirine. 12 Ez werʼa dinivîsim, zarʼokno, çimkî bi saya navê Wî gunêd we afû bûne. 13 Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab kʼetin. 14 Ez werʼa dinivîsim xişîmno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda hebû. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser yê Xirab kʼetine. Dinyayê hʼiz nekin 15 Dinyayê hʼiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê hʼiz dike, hʼizkirina Bavê nava wîda tʼune. 16 Çimkî her tiştêd ku dinyayêda ne, dilhavijî, çʼeʼvhavijî û kʼubar-babaxîya vî eʼmirî ye, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne. 17 Dinyayê jî derbaz be, havijîya wê jî, lê ewê ku eʼmirê Xwedê diqedîne wê hʼeta-hʼetayê bimîne. Hʼevza xwe ji ekʼsîmesîha bikin 18 Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye. 19 Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn. 20 Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin. 21 Ez werʼa nanivîsim, çawa ku hûn rʼastîyê nizanin, lê çawa ku hûn wê yekê zanin, usa jî zanin ku her derew ne ji rʼastîyê ye. 22 Kʼî ye derewîn? Hema ew e, yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e». Ew e ekʼsîmesîh, yê ku Bav û Kurʼ înkʼar dike. 23 Ewê ku Kurʼ înkʼar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê tʼune. Lê yê ku Kurʼ îqrar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê heye. 24 Awa çi ku we pêşda bihîstîye, bira ew nava weda bimîne. Heger ew tiştê we pêşda bihîstîye nava weda bimîne, hûnê jî nava Kurʼ û Bavêda bimînin. 25 Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna hʼeta-hʼetayê ye. 26 Ez vî tiştî derheqa wanda werʼa dinivîsim, yêd ku dixwazin we bixapînin. 27 Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin. Zarʼêd Xwedê 28 Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin. 29 Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia