یوحنا 1 1 - Peymana Nû (Încîl)Xebera jîyînê 1 Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye. 2 Jîyîn eʼyan bû, me ew dît, em şeʼdetîyê didin û bona wê jîyîna hʼeta-hʼetayê werʼa dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva eʼyan bû. 3 Ew tiştê ku me dît û bihîst em werʼa jî dibêjin, wekî hûn jî meva tʼevgirêdayî bin û ev tʼevgirêdana me jî tʼevî Bav û Kurʼê Wî Îsa Mesîh e. 4 Em van tişta werʼa dinivîsin, wekî şabûna me tʼemam be. Xwedê rʼonayî ye: Em nava rʼonayîya Wîda herʼin 5 Ev e ew gotina ku me ji Wî bihîst û eʼlamî we dikin, ku Xwedê rʼonayî ye û tʼu teʼrî Wîda tʼune. 6 Heger em bêjin: «Em Xwedêva tʼevgirêdayî ne», lê teʼrîyêda bigerʼin, em derewa dikin û rʼastîyê nakin. 7 Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke. 8 Heger em bêjin: «Gunê me tʼune», em xwexa xwe dixapînin û rʼastî nava meda tʼune. 9 Lê heger em gunêd xwe bidine rʼûyê xwe, Ew xweyê sozê Xwe ye û heqîyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hʼemû neheqîya paqij ke. 10 Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda tʼune. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia