3 Gava mirovekî xerab tê derekê, pîsîtî, bêbextî, kêmanî û şermisarî pev re tên.
3 Gava xerabî tê, kêmdîtin jî tê, Riswatî jî dide pey rûreşiyê.
Li cihê ko pozblindî heye, şermisarî jî heye; lê eqilmendî para mirovên nefisbiçûk e.
Pakdil ji gotinên derewîn dinefirin; mirovên xirab xwe pê pîs dikin û şermisar dibin.
Dînok ji eqilmendiyê hez na ke û tiştên ko di dilê wî de ne dike pêşxelkê bike.
Gotina devê camêran avine kûr in; û ji kaniya eqilmendiyê cobarine boş diherikin.
Qeşmer û tevzekeran biqewirînin; pê pevçûn diqede; û lihevxistin û qedirşkênandin disekine.
Gava mirovên xirab pir dibin guneh zehf dibe; lê eqilmend perîşaniya wan dê bibînin.