4 Destê sist belengaz dike; lê destê xebatkeran dewlemendiyê tîne.
4 Destê sist feqîr dike, Lê destê zîrekan dewlemend dike.
Yê ko havînê kom dike şehreza ye: lê yê ko di dema bênderan de radikeve rûyê bavê xwe reş dike.
Hin belav dikin û hêj dewlemendtir dibin û hinên din destgirtî ne û herûher belengaztir dibin.
Destê xebatker sermiyaniyê wê bike; lê para destê tiral xulamîtî ye.
Mirovê tiral nêçîra xwe jî na qelîne; lê xezîneya mirovan ya hêja xwe tevdan e.
Mirovê tiral ji xwe re daxwazan dike, lê destvala ye, lê mirovê xebatker wê têr bibe.
Yê ko di xebata xwe de sistiyê dike, brayê wî peyayî ye ko wê xebatê xira dike.
Tiralî mirovan têxe xewnine giran, û canê bêhisab ji birçîna têşe.
Tiral destê xwe li firaxê davêjin, lê na yênin devê xwe.
Ji xewê hez me ke, ta ko belengaz me bî; çavê xwe veke tu ê têr nan bixwî.
Tiral dibêje zivistan e û cot na ke; û di wextê paleyiyê de, li zadî digere û tu tişt peyda na ke.
Daxwazên mirovên baş digihînin bereket û boşahiyê; lê yê ko lezê li xwe dide dikeve tengasiyê.