7 Ezê goştê bixwîn ê devê wan, Xwarinên kirêt ên di nav diranên wan de derxim. Kesên mayî jî wê bi Xwedayê me ve bêne girêdan. Wê wekî eşîreke li Cihûdayê bin, Wê Eqron bibe mîna Yevûsiyan.
Xwedê milyaketek şand ku Orşelîmê tune bike. Lê dema milyaket dikir wê tune bike, Xudan ew dît û fikra xwe ya hilweşandinê guhert. Ji milyaketê ku tune dikir re got: “Bes e! Destê xwe bikişîne.” Milyaketê Xudan, li ber bêndera Ornanê Yevûsî disekinî.
Xudan wiha dibêje: “Çawa ku şivan ji devê şêr du ling An jî perçeyekî guh rizgar bike, Wê gelê Îsraêl yê li Sameryayê Tenê bi aliyekî sedrê û beşekî nivînê, rizgar bibe.
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Di wan rojan de, deh kesên ji her ziman û ji her miletî, wê bi dawa Cihûdayiyekî bigirin û bêjin: Destûrê bidin, ez jî bi we re bêm. Çimkî me bihîst Xwedê bi we re ye.’”
Ezê li derdora Mala xwe artêşgehekê deynim Û bibim nobedar ku kesek neçe û neyê. Wê zordarek careke din li ser gelê min derbas nebe, Çimkî êdî çavê min nobedar e.