Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zekeriya 9:13 - Kurmanji Încîl

13 Ezê wekî kevanê xwe Cihûdayê bitikînim Û wekî tîrên xwe Efrayîmê di nav de deynim. Ya Siyon, ezê kurên te hişyar bikim! Ya Yewnanistan, ezê wan li dijî kurên te derxim. Ya Siyon ezê te wekî şûrê mêrxasekî bi kar bînim!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zekeriya 9:13
31 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bila zinarê min, Xudan pîroz be, Yê ku destên min ji bo şer, Tiliyên min ji bo cengê hîn kir!


Pezindana Xwedê di devê wan de, Şûrê du devî di destê wan de,


Ey şervanê mêrxas, tu bi rewnakî û berziya xwe, Şûrê xwe, li navtenga xwe bipêçe.


Wî devê min kir wekî şûrê tûj, Di siya destê xwe de ez veşartim. Wî ez kirim tîrekî biriqandî, Wî di tîrdanka xwe de ez veşartim.


“Tu gurz û çekê min ê şer bûyî. Min bi te milet diperçiqandin, Bi te welat helak dikirin.


Zarokên Siyonê yên hêja Yên ku wekî zêrê xas tên wezinandin, Mîna dîzikê û karekî destê cerçêker hatin hesibandin.


Min ji kurên we hinek pêxember, Ji xortên we hinek kesên veqetandî derxistin. Ya gelê Îsraêl! Ma ne wisa ye?” Ev e gotina Xudan.


Wê rizgarkarên gel herin Çiyayê Siyonê Ku serweriya çiyayên Esaw bikin Û padîşahî bibe ya Xudan.


Min pirsî: “Ev ji bo çi tên?” Milyaket got: “Ev ew qiloç in ku gelê Cihûda wisa belav kirin ku kesî nekarî serê xwe rake. Ev hoste jî hatine ku wan miletên qiloçên xwe li dijî welatê Cihûda rakirine û gelê wê belav kirine, bitirsînin û li erdê bixin.”


Û rahêjin kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye.


Min tekoşîna qenc kir, min hevbezîna xwe qedand û min bawerî parast.


Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e. Ji her şûrê dudev hê tûjtir e. Û heta can û ruh, hem jî movik û mejî ji hev veqetîne, lê diçe; dîwana niyet û ramanên dil dike.


Û di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn û ji devê wî şûrekî dudevî yê tûj derdiket. Rûyê wî wek wê roja ku bi hemû hêza xwe şewq dide bû.


Evên ha wê bi Berx re şer bikin û Berx wê li hember wan bi ser keve. Çimkî ew Xudanê xudanan û Padîşahê padîşahan e; û yên ku bi wî re bi ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in.»


Şûrekî tûj ji devê wî derdikeve, da ku li miletan bixe û ew bi xwe wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike. Ew bi xwe wê mahsera şeraba xezeba Xwedayê karîndarê her tiştî ya dijwar biguvêşe.


Yên bi şûn de mayî, bi wî şûrê ku ji devê siwarê hêsp derdiket, hatin kuştin û hemû teyran ji goştê wan têr xwar.


«Ji milyaketê civîna bawermendên Pergamayê re binivîse: ‹Yê ku şûrê wî yê dudeviyê tûj heye, van tiştan dibêje:


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ