12 Wan dilê xwe mîna keviran hişk kirin ku guhdariya Şerîet û gotinên Xudanê Karîndar nekin ku bi Ruhê xwe, bi riya pêxemberên berê şandine. Loma Xudanê Karîndar bi xezeba dijwar hêrs bû.
Dilê vî gelî hişk bike, Guhê wan giran bike Û çavê wan bigire Ku bi çavê xwe nebînin, Bi guhê xwe nebihîzin Û bi dilê xwe fêm nekin. Li min venegerin û şifayê nebînin.’”
Ezê jî we bikim qismetê şûran, Hûnê hemû ji bo serjêkirinê xwar bibin. Çimkî gava min gazî we kir, we bersiv neda, Gava min got, we guhê xwe neda. We tiştê di çavê min de xerab e kir Û ya ku bi dilê min ne xweş e hilbijart.”
“Ma Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê û gelê Cihûda ew kuşt?! Qey ew ji Xudan netirsiyan, li hizûrê wan lavayî Xudan nekir? Loma Xudan fikra xwe guhert û xerabiya ku gotibû ezê bînim serê wan, pêk nehat. Lê niha em bixwe belayeke mezin tînin serê xwe.”
Ya Xudan, ma çavê te ne li ser rastiyê ye? Te li wan xist, lê ew li ber xwe neketin, Te ew qedandin, lê wan terbiye qebûl nekir. Wan rûyê xwe ji kevir hişktir kir û nexwest vegerin.
“Loma Reb Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê li vê derê, bi ser mirovan, heywanan, darên çolê û berê axê ve hêrs û xezeba xwe birijînim. Wê bişewitîne û netefe.’
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye, Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›