9 Min serê xwe rakir û dît ku du jin dihatin. Baskên wan ên ku dişibiyan baskên leglegan hebûn û ba di baskên wan de bû. Wan sîtil hilda û ber bi ezmanan ve bilind kir.
Li wir çivîk hêlînên xwe çêdikin, Herçî legleg e, mala wê darên hervizan e.
Leglega li ezmanan jî demên xwe dizane. Qumrî, hechecik û quling demên koçkirina xwe pêk tînin. Lê gelê min hikmên Xudan nizane.
“Li boriyê bixin! Dijmin wekî teyr bi ser Mala Xudan ve tê. Ji ber ku Îsraêl peymana min binpê kir, Li dijî Şerîeta min derket.
“‘Hûnê van çivîkan kirêt bihesibînin. Wê ev neyên xwarin, ew kirêt in: Eylo, teyrê bereta, sîsarkê reş,
legleg, her cureyên masîxuran, niqor û şevşevok.
Min ji milyaketê bi min re dipeyivî re got: “Sîtilê bi ku ve dibin?”
Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.
“Wê Xudan ji dûrî, ji binê dinyayê miletekî ku tu ji zimanê wî fêm nakî, wekî teyrê baz bi ser te de bîne.