4 Gotina Xudan ev e: ‘Ezê bikim ku ew bikeve. Wê bikeve mala kesê dizek û kesê li ser navê min sonda derewîn dixwe. Wê li ser vê malê bimîne û tevî dar û kevirê wê, wê tevahiya malê telef bike.’”
Milyaket ji min re got: “Ev ew nalet e ku wê li seranserê welêt belav bibe. Çimkî her kesê dizî kiriye li gorî nivîsa aliyekî tomarê wê bê avêtin. Her kesê ku sonda derewîn kiriye jî, wê li gorî nivîsa aliyê din bê qewitandin.
“Ji bo dîwanê ezê nêzîkî we bibim. Ezê li dijî sêrbazan, zinakaran, sondxwarên derewîn, li dijî kesên ku zordariyê li karker, jinebî û sêwiyan dikin, kesên neheqiyê li dijî xerîban dikin û li dijî kesên ji min natirsin, yekser bibim şahid” Xudanê Karîndar dibêje.