11 Wî ji min re got: “Ji bo ku ji jinikê re xaniyekê ava bikin, ber bi welatê Şînarê ve dibin. Gava xanî ava be, wê deynin cihê wê.”
Di destpêkê de Nemrûd di welatê Şînarê de li Babîl, Erek, Akkad û Kalnêyê padîşahî kir.
Gava ber bi rojhilat ve koç kir, wan li welatê Şînarê deştek dît û li wir bi cih bûn.
Di wê demê de Padîşahê Şînarê Amrafel, Padîşahê Êllasarê Aryok, Padîşahê Elamê Kedorlaomer û Padîşahê Goyîmê Tîdel,
Wê rojê, wê Reb careke din destê xwe dirêj bike ku bermayiyên gelê xwe ji Aşûr, Misir, Patros, Kûş, Elam, Şînar, Hama û keviyên deryayan vegerîne.
Çimkî Yêremya xeber şand Babîlê û ji me re got: Wê sirgûnî dirêj be. Xaniyan ava bikin û tê de rûnin, bexçeyan deynin û berên wan bixwin.’”
Reb Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hin taximên li Mala Xwedê kir destê Nebûxadnessar. Nebûxadnessar ew bi xwe re birin welatê Şînarê û danîn nav xezîneya mala îlahê xwe.
Çimkî gelê Îsraêl wê demeke dirêj bê padîşah û serek, bê qurban û kevirbel, bê êfod û pûtê malê bimînin.
Min ji milyaketê bi min re dipeyivî re got: “Sîtilê bi ku ve dibin?”
Ewê bikevin ber devê şûr, bi hêsîrtî wê bên birin nav hemû miletan û heta zemanê miletan temam bibe, Orşelîm wê di bin lingên wan de biperçiqe.
wê Xudan bi belayên tirsdar û bêdawî û bi nexweşiyên giran û bêdawî li te û li ziriyeta te bixe.