Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zekeriya 4:2 - Kurmanji Încîl

2 Ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Şamdankeke zêrê xas dibînim. Li ser wê taseke zeytê, li ser wê jî heft qendîl hene. Li ser qendîlan jî heft cihok hene.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zekeriya 4:2
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

ji bo her şamdank û giraniya qendîlên wê, li gorî giraniya şamdankên zêrîn û qendîlên wê û giraniya şamdankên zîvîn û qendîlên wê, ji bo her cure xizmetê,


Hê ku têla zîvîn nequrifiye, Hê ku tasa zêrîn neşikestiye, Hê ku cêr li ser kaniyê perçe nebûye Û destika ava bîrê neşikestiye,


Xudan ji min re got: “Yêremyayo, tu çi dibînî?” Min got: “Hejîran. Ên baş pir baş in, ên xerab jî pir xerab in ku nayên xwarin.”


Tas, tepsik, tasik, sîtil, şamdank, firaxên bixûrê û tasên pêşkêşiya rijandinê birin. Fermandarê parêzvanan hemû tiştên zêrîn û hemû tiştên zîvîn birin.


Xudan ji min re got: “Tu çi dibînî Amos?” Min got: “Şaqulekê dibînim.” Reb jî got: “Va ye, ezê şaqulekê deynim nav gelê xwe Îsraêl Û ezê êdî wan nebexişînim.”


Milyaket ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Tomareke ku difire dibînim. Dirêjahiya wê bîst gaz, berfirehiya wê deh gaz e.”


Ez zivirîm, da ku ez wî dengê ku bi min re dipeyive bibînim. Îcar gava ez zivirîm, min heft şamdankên zêrîn dîtin.


Sira van stêrên ku te di destê min yê rastê de dîtine û ya heft şamdankên zêrîn ev e: Heft stêr milyaketên heft civînên bawermendan in û heft şamdank heft civîn in.


Û ji text birûsk, deng û xurexurên ewran derdiketin. Û li ber text heft xetîrên êgir yên pêketî hebûn, ew heft ruhên Xwedê ne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ