1 Milyaketê ku bi min re dipeyivî dîsa vegeriya û mîna kesekî ku ji xewê hişyar bike, ez hişyar kirim.
Paşê ez hişyar bûm û min dît ku xewa min bi min şîrîn hat.
Gava ew bi min re dipeyivî, ez deverû çûbûm erdê û ne li ser hişê xwe bûm. Wî destê xwe dirêjî min kir û ez rakirim ser piyan.
Xudan bi gotinên baş û teselîkar bersiv da milyaketê ku bi min re peyivî.
Min ji milyaketê ku bi min re dipeyive re got: “Ev çi ne?” Wî got: “Ev ew qiloç in ku Cihûda, Îsraêl û Orşelîmê belav kirine.”
Min got: “Ezbenî ev çi ne?” Milyaketê ku bi min re dipeyivî got: “Ezê nîşanî te bidim ka ev çi ne.”
Milyaketê ku bi min re peyivî ji ba min rabû çû. Yekî din jî rabû ku pêşwaziya wî bike
Wî got: “Ma tu nizanî ev çi ne?” Min got: “Na ezbenî.”
Petrûs û yên pê re ketibûn xewa giran; gava ew qenc hişyar bûn, wan rûmeta wî û herdu zilamên pê re rawestayî dîtin.