2 Xudan ji Îblîs re got: “Bila Xudan erzê te bişikêne. Îblîso, Xudanê ku Orşelîmê hilbijart, erzê te bişikêne. Ma ev mirov, ne ew êzingê nîvşewitî ye ku ji nav êgir hatiye derxistin?”
Jê re bêje: ‘Hay ji xwe hebe, aram be û ji van herdu perçeyên êzingên nîvşewitî, ji hêrsa dijwar a Resînê Padîşahê Aramê û kurê Remalya netirse. Bila dilê te wêrek be.
“Di vê navberê de serekê mezin, Mîxayîlê ku gelê te diparêze rabe. Wê tengasiyeke ji roja ku hûn bûne milet heta îro nehatiye dîtin çêbibe. Wê gavê wê gelê te, hemû kesên ku di nivîsê de hatine nivîsandin rizgar bibe.
“Çawa ku min Sodom û Gomorayê serobino kir, Min hinek ji we jî serobino kir. Hûn bûn wekî êzingê nîvşewitî yê ji êgir rizgarbûyî. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.
“Careke din gazî bike û bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Wê tiştên baş di nav bajarên min de belav bin. Wê Xudan dîsa Siyonê teselî bike. Wê dîsa Orşelîmê hilbijêre.’”
Gava Îsa dît ku elalet bi bez li wê derê dicive, li ruhê nepak hilat û got: «Hey ruhê kerr û lal, ez li te emir dikim: Ji kurik derkeve û careke din nekeve wî!»
Yên ku di nav êgir de ne, bikişînin û xilas bikin, li hinekên din bi tirs werin rehmê, lê heta bila cênika we ji kirasên ku ji bedena gunehkar lewitîne jî biçe.
Lê belê gava ku serekmilyaket Mîxayîl li hember Îblîs derket û ji bo cesedê Mûsa munaqeşe kir, ranebû ku bi çêrkirinê wî sûcdar bike. Lê tenê got: «Bila Xudan dengê xwe li te hilde!»
Evên ha wê bi Berx re şer bikin û Berx wê li hember wan bi ser keve. Çimkî ew Xudanê xudanan û Padîşahê padîşahan e; û yên ku bi wî re bi ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in.»