8 Wê rojê wê ji nav Orşelîmê ava jiyanê biherike. Wê nîvê avan biherikin gola li rojhilat, nîvê din jî biherikin gola li rojava. Wê havîn û zivistanan berdewam bike.
Wê Xudan hergav rê nîşanî we bide, Li erdên ziwa canê we têr bike, Hestiyên we asê bike Û hûnê bibin wekî bexçeyeke avî, Hûnê bibin wekî kaniyeke ku ava wê naçike.
Ezê artêşa bakur ji we dûr bixim Û bişînim diyarê ziwa û bêkes. Ezê kesên li pêş bişînim gola rojhilat Û kesên li paş bişînim Derya Spî. Wê bêhna cendekan bilind bibe, Erê, wê bêhna pîs bilind bibe, Çimkî wan karên mezin ên kirêt kirin.
“Wê rojê wê şeraba şîrîn Ji çiyayan dilop bike, Şîr ji giran biherike Û av di hemû newalên Cihûdayê re here. Wê ji Mala Xudan kaniyek bizê Û Geliyê Şîttîmê av bide.
Wê pir milet herinê û bêjin: “Werin em herin Çiyayê Xudan. Em herin Mala Xwedayê Aqûb Ku ew riyên xwe hînî me bike Û em di rêçikên wî de bimeşin. Çimkî wê rê û rêbaz ji Siyonê Û gotina Xudan ji Orşelîmê derkeve.”
Wê rojê wê piyên wî, li ser Çiyayê Zeytûnê bisekine ku dikeve rojhilatê Orşelîmê. Wê Çiyayê Zeytûnê ber bi rojava û rojhilat ve ji nîvî ve biqelişe û newaleke gelekî fireh çêbe. Nîvê çiyê wê ber bi bakur ve, nîvê çiyê jî ber bi başûr ve bê kişandin.
Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.»