Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zekeriya 14:5 - Kurmanji Încîl

5 Hûnê di newala çiyayê min çêkir re birevin. Çimkî wê ew newal di nav çiyayan de xwe bigihîne Asalê. Çawa ku di dema Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de hûn ji erdhejê reviyabin, hûnê dîsa wisa birevin. Wê gavê wê Xwedayê min Xudan bi tevahiya pîrozên xwe re were!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zekeriya 14:5
30 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî ew tê! Ew tê, ji bo dadbarkirina erdê. Ewê dinê bi dadperwerî, Û miletan bi rastdariya xwe dadbar bike.


Çimkî ew tê, Da ku dadbar bike dinê bi edaletê, Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike.


Wê Xudanê Karîndar Bi dengê brûskê, Bi erdhej û xirecirê, Bi bahoz û taviyê, Bi pêta agirê bi şewat, Te ceza bike.


Hemû miletên derdorê, Bi lez werin û bicivin! Ya Xudan, mêrxasên xwe bîne xwarê!


Gotinên Amosê şivanekî Teqoayî. Di rojên Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê û Yarovamê kurê Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê de, du sal beriya erdhejê, Amos li ser gelê Îsraêl ev gotin di dîtiniyan de dîtin.


Şafîrîno! Bi tazîbûnê û şermezariyê derbas bibin û herin! Wê Saananî ji bajarên xwe derkevin. Wê bajarê Bêteselê şînê bike Û alîkariya xwe ji we bibire.


‘Ma tu kî yî, ya çiyayê mezin? Tê li ber Zerûbbabîl bibî deştek! Gava ew kevirê dawî yê banê Perestgehê bîne, wê jê re biqîrin û bibêjin: Nûwaze! Nûwaze!’”


Tevahiya gelê Îsraêl ê li derdorê ji ber qîrîna wan reviya û got: “Bila erd me jî danequrtîne.”


Çimkî Kurê Mirov wê bi rûmeta Bavê xwe ve, tevî milyaketên xwe bê û hingê wê li gor kirinên her kesî bide wî.


Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?»


«Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rûne.


Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›


û got: “Xudan ji Çiyayê Sînayê hat, Ji Çiyayê Seîrê li ser gelê xwe hilat. Ew li Çiyayê Paranê biriqî, Ew bi deh hezar pîrozan re hat, Di destê wî yê rastê de pêtên êgir hebûn.


da ku dilê we xurt bike, ku çaxê Xudanê me Îsa bi hemû pîrozên xwe ve bê, hûn li ber Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêkêmahî bin.


Û hingê yê bêqanûn wê xuya bibe, ku Xudan Îsa wê bi hilma devê xwe wî bikuje û wê bi şewqa hatina xwe wî helak bike.


Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.


Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.


Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû.


Min text dîtin û ew li ser wan rûniştin, desthilatî ji wan re hat dayîn, ku ew dîwanê bikin. Îcar min canê wan ên ku ji ber şahidiya Îsa û ji ber peyva Xwedê serê wan hatiye birrîn dîtin. Ew ji cenawir re û ji sûretê wî re neçûne ser çokan û li ser eniya xwe û li ser destê xwe deq nestandine. Ew vejiyan û wan bi Mesîh re hezar salî padîşahî kir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ