Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zekeriya 14:4 - Kurmanji Încîl

4 Wê rojê wê piyên wî, li ser Çiyayê Zeytûnê bisekine ku dikeve rojhilatê Orşelîmê. Wê Çiyayê Zeytûnê ber bi rojava û rojhilat ve ji nîvî ve biqelişe û newaleke gelekî fireh çêbe. Nîvê çiyê wê ber bi bakur ve, nîvê çiyê jî ber bi başûr ve bê kişandin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zekeriya 14:4
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Dawid bi girîn hildikişiya Çiyayê Zeytûnê. Serê wî nixamtî bû û pêxwas diçû, her kesê pê re jî sernixamtî bû û ew jî digiriyan.


Ew sekinî û erd hejand, Bi awirê xwe milet lerizandin. Çiyayên qedîm tarûmar bûn, Girên herheyî tewiyan, Riyên Xwedê qet naguherin.


Tevahiya welêt, ji Gevayê heta Rîmmona başûrê Orşelîmê, wê bibe mîna Deşta Eravayê. Lê wê Orşelîm bilind be û ji Dergehê Binyamînê heta Dergehê Yekemîn, heta Dergehê Goşeyê û ji Birca Hananêlê heta mehserên padîşah li cihê xwe bimîne.


Wê rojê wê rojeke taybet be ku tenê Xwedê bi wê rojê bizanibe. Wê ne şev hebe, ne jî roj hebe. Gava dibe êvar, wê ronahî derkeve.


Wê rojê wê ji nav Orşelîmê ava jiyanê biherike. Wê nîvê avan biherikin gola li rojhilat, nîvê din jî biherikin gola li rojava. Wê havîn û zivistanan berdewam bike.


‘Ma tu kî yî, ya çiyayê mezin? Tê li ber Zerûbbabîl bibî deştek! Gava ew kevirê dawî yê banê Perestgehê bîne, wê jê re biqîrin û bibêjin: Nûwaze! Nûwaze!’”


Bi rastî, ez ji we re dibêjim, Kî ku ji vî çiyayî re bêje: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› û di dilê xwe de nekeve şikê, lê bawer bike ku daxwaza wî wê bê cih, tiştê ku bixwaze wê jê re bibe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ