2 Ezê hemû miletan bînim ba hev ku li dijî Orşelîmê şer bikin. Wê bajar bê standin, mal bên talankirin û tecawizê jinan bê kirin. Nîvê kesên bajêr wê bên sirgûnkirin lê nîvê mayî wê neyên avêtin.
‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.
Gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe, bi hemû padîşahiyên dinyayê û bi hemû gelên di bin serweriya destê wî de li dijî Orşelîmê û bajarên derdora wê şer dikir, ev gotin ji Xudan ji Yêremya re hat:
Ezê hemû miletan bicivînim Û bînim Deşta Yehoşafatê. Ji ber ku wan mîrasa min gelê Îsraêl, Di nav miletan de belav kir, Ezê wan li wê derê dadbar bikim. Wan welatê min parve kir,
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘Wê jina te li bajêr bibe fahîşe Û wê kur û keçên te bên şûrkirin. Wê welatê te bi benê pîvanê bê pîvan Û tê li welatekî mirdar bimirî. Wê gelê Îsraêl esse ji welatê xwe bê ajotin.’”
Wê rojê ezê Orşelîmê ji bo hemû miletan bikim kevirekî giran. Her kesê rake, wê bi awayekî xedar birîndar bibe. Wê hemû miletên dinyayê, li dijî Orşelîmê bibin yek.”
«Çaxê hûn wî tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, li cihê ku divê tê de nebe, rawestayî bibînin» – bila yê ku dixwîne fêm bike – «hingê yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan.