Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zekeriya 14:18 - Kurmanji Încîl

18 Heke Misrî tevli wan nebin û neçin Orşelîmê, wê Xudan wekî wan miletên ku ji bo Cejna Holikan pîroz bikin neçûn Orşelîmê, wan jî bi hema belayê ceza bike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zekeriya 14:18
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî welat û padîşahiyên Ku ji te re xulamiyê nekin, wê tune bibin. Wê ew milet bi tevahî helak bibin.


Xudan dibêje: “Ji Heyva Nû heta Heyva Nû, ji Septê heta Septê, wê hemû beşer werin û li hizûra min herin ser çokan.”


“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Di panzdehê meha heftan de Cejna Holikan a ji bo Xudan destpê dike û heft rojan dajo.


Şêr di nava heywanên çolê de çi be, Şêrê ciwan ê ku gava derbasî nav keriyên pêz dibe, Xwe davêje ser, perçe dike û mecala rizgariyê nade çi be, Wê saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Di nav miletan de wisa bin.


Wê Xudan tevahiya gelên li dijî Orşelîmê şer dikin, bi vê belayê ceza bike: Gava li ser piyên xwe disekinin wê goştê wan bihele, çavên wan birize û zimanê wan di devê wan de bihele.


Tevahiya heywanên li artêşgehên dijmin jî –çi hesp, çi hêstir, çi deve, çi ker– wê rastî belayeke wiha bên.


Cezayê ji bo Misriyan û ji bo hemû miletên ku ji bo Cejna Holikan pîroz bikin neçûne Orşelîmê, ev ceza ye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ