14 Wê Cihûdayî jî li Orşelîmê şer bikin. Wê mal û milkê hemû miletên derdorê, bi têra xwe zêr û zîv, cil û berg bên berhevkirin.
Ya ku bajar ji bazirganiyê û ji fahîşetiyê qezenc kiriye wê ji Xudan re bê veqetandin. Wê nekeve xezîneyê û neyê veşartin. Ji bo ku heta têr bibin bixwin û cil û bergên baş li xwe bikin, wê qezenca wê ji wan kesan re be ku li hizûra Xudan rûdinin.
“Va ye, ezê Orşelîmê bikim tasikeke sersemiya tevahiya gelên li derdorê. Wekî Orşelîmê, wê Cihûda jî bê dorpêçkirin.
Va ye roja Xudan tê! Talanê ku ji te hatiye standin, wê di nav te de bê parvekirin.