2 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê ezê ji welêt navê pûtan rakim. Wê careke din navê wan neyê bibîranîn. Ezê pêxemberên derewîn û ruhê qirêjî ji welêt dûr bixim.
Çimkî wan li welatê Îsraêl kirêtî kir. Wan bi jinên cîranên xwe re zinayê kir! Wan bi navê min peyvên derewîn gotin ku min li wan emir nekiribûn. Yê ku dizane û şahid e, ez im.” Ev e gotina Xudan.
Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelan perçe bikin, pûtên wan ên Aşêrayê bişewitînin, pûtên îlahên wan bidin ber biviran û li wan deran navê wan ji holê rakin.
Wî bi dengekî xurt gazî kir û got: «Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya! Bû cih û warê cinan Û nivana hemû ruhên nepak, Bû nivana hemû teyr û heywanên nepak û murdar.
Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.