6 Çimkî ezê êdî li ber şêniyên welêt nekevim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê her kesî bidim destê cîranê wî û padîşahê wî. Wê welêt biperçiqînin, ezê jî tu kesî ji destê wan rizgar nekim.”
Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke.
Ezê wan, bav û kuran li hev bixim û bipelixînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li ber wan nekevim û wan ji cezakirinê neparêzim. Gava ez wan xera dikim, ezê li wan neyêm rehmê.’”
Şêr di nava heywanên çolê de çi be, Şêrê ciwan ê ku gava derbasî nav keriyên pêz dibe, Xwe davêje ser, perçe dike û mecala rizgariyê nade çi be, Wê saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Di nav miletan de wisa bin.
Ezê textên padîşahiyan birûxînim û hêza padîşahiyên miletên din tune bikim. Ezê erebeyên şer û siwarên wan serobino bikim. Hesp û siwarên wan jî wê bikevin. Wê tevahiya wan bi şûrê birayên wan bên kuştin.’”
Kesên pez kirîne serjê dikin lê cezayê xwe nakişînin. Kesên pez firotine jî dibêjin: ‘Şikir ji Xwedê re, va ye ez dewlemend bûm!’ Şivanên wan li ber wan nakevin.
Lê ew qîriyan: «Bila ji me dûr be, bila ji me dûr be! Wî li xaçê bixe!» Pîlatos ji wan re got: «Ma ez padîşahê we li xaçê bixim?» Serekên kahînan bersîva wî dan: «Ji Qeyser pê ve, padîşahê me tune.»
Ew ji me re dibin asteng, da ku em ji miletan re Mizgîniyê nedin, ku ew xilas bibin. Bi vî awayî ew hergav kasa gunehên xwe tije dikin û êdî heta dawiyê ew di bin xezebê de ne.
eger em li ber vê xilasiya evqas mezin xemsar bin, emê çawa birevin û xilas bibin? Di destpêkê de Xudan ev xilasî da zanîn û ji aliyê yên ku ew bihîstine ve ji me re rast hat deranîn.