2 Ya dara çamê, bike zarîn! Dara sedrê ketiye, Darên xweşik xera bûn. Darmaziyên Başanê, bikin zarîn! Çimkî daristanên gur tewiyan.
Wey li bêxemên Siyonê Û kesên di nav ewlehiya Çiyayê Sameryayê de ne! Wey li navdarên miletên mezin Ku Mala Îsraêl xwe spartiye wan.
Ya Lubnan! Dergehên xwe veke Ku agir darên te yên sedrê bixwe!
Zarîna şivanan tê! Çimkî mêrgên wan ên spehî xera bûn! Himîna şêrên ciwan tê! Çimkî xera bû daristanên spehî yên li keviya Çemê Şerîayê.
Eger weha bi dara ter bikin, ma halê dara hişk wê bibe çi?»