17 “Wey li şivanê min ê beredayî ku pêz diterikîne! Bila şûr li milê wî û çavê wî yê rastê bixe! Bila milê wî ji binî ve hişk bibe, Çavê wî yê rastê jî bi tevahî kor bibe!”
Dema ku padîşah bihîst zilamê Xwedê ji gorîgeha Bêt-Êlê re ev gotin kirin, Yarovam ji ser gorîgehê re destê xwe dirêjî wî kir û got: “Wî bigirin.” Lê destê padîşah ê dirêjkirî hişk bû û careke din ber pê ve nehat.
Ez li dijî wan pêxemberan im ku bi xewnên derewîn pêxemberiyê dikin.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku min ew neşandine û hînî wan nekiriye, ew derew û pesindanên xwe yên pûç bi gelê min didin zanîn û wan ji rê derdixin. Tu feydeyeke wan ji vî gelî re tuneye.” Ev e gotina Xudan.
Çimkî pûtên malê bersivên vala didin. Falbaz dîtiniyên derewîn dibînin Û beredayî bi behskirina xewnên pûç teselî dikin. Loma gel mîna pêz da rê, Di eziyetê de ye, çimkî şivan tuneye.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.
«Wey li we hûn rêberên kor! Hûn dibêjin: ‹Eger yek bi Perestgehê sond bixwe, ne tiştek e, lê eger yek bi zêrê Perestgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.›