Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zekeriya 11:16 - Kurmanji Încîl

16 Ezê şivanekî wisa li ser welêt bikim serwer ku wê haya wî ji avêtiyan tunebe. Wê li yên ji hev belav bûne negere. Wê birîndaran baş neke û saxleman têr neke. Bi tenê wê goştê pezên dermalekirî bixwe, simên wan jî bikişîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zekeriya 11:16
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ev bîst sal e ku ez li ba te me. Mî û bizinên te ber neavêtin û min beranekî jî, ji keriyê te nexwariye.


Lê Aqûb jê re got: “Ezbenî, tu dizanî ku zarok hûr in û divê ez bala xwe bidim pez û dewarên şîr. Heke rojeke din jî em wan bajon, wê hemû telef bibin.


Wê keriyê xwe wekî şivanekî biçêrîne, Bi zendê xwe berxan bide hev. Di hembêza xwe de hilgire Û miyên bi berx hêdî hêdî bajo.


Xwedayê Îsraêl Xudan ji şivanên ku rêberiya gelê min dikin re wiha dibêje: “Kesên keriyê min belav kir û ajot, hûn in! We destê xwe dirêjî wan nekir. Lê ezê ji bo karên we yên xerab, destê xwe li dijî we rakim!” Ev e gotina Xudan.


Heke ew li dîwana min bisekiniyana, Wê gotinên min bigihandana gelê min. Wê wan ew ji riyên wan ên xerab Û ji karên wan ên şaş bidana alî.”


“Wê padîşah li gorî dilê xwe tevbigere. Wê xwe bilind bike, xwe ji her îlahî mezintir bike û tiştên kirêt li dijî Xwedayê Herî Mezin bêje. Heta ku Xwedê xezeba xwe bibarîne, wê bi ser bikeve. Çimkî ya ku biryar daye wê pêk be.


«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ