3 Xudan wiha dibêje: “Hêrsa min li dijî şivanan rabû, Ezê serwerên wan ceza bikim. Çimkî ez Xudanê Karîndar hay ji keriyê xwe, Mala Cihûda heme. Ezê wan bikim mîna hespekî şer ê bi heşmet.
“Lê piştî heftê sal temam bû, ezê ji ber xerabiya wan Padîşahê Babîlê û miletê wî ceza bikim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê welatê Kildaniyan bikim wêraneyeke herheyî.
Şivanno, bizarin! Bikin hewar! Ya xweyên pêz, xwe li erdê gêr bikin! Çimkî roja serjêbûn û belavbûna we hat! Hûnê wekî taximekî hêja bikevin û perçe bin.
Wê Padîşahê Bakur, kesên ku peyman xera kirine bi şelafî û hîlekarî bikişîne aliyê xwe, lê gelê ku Xwedayê xwe nas dike wê bi mêrxasî li dijî wî derkeve.
Wê ev der bibin milkê bermayiyên Mala Cihûda. Wê li ser wê keriyên xwe biçêrînin Û bi şev li malên Aşqelonê razên. Çimkî Xwedayê wan Xudan wê hay ji wan hebe Û wê bermayiyên wan vegerîne firehiya berê.
“Wey li şivanê min ê beredayî ku pêz diterikîne! Bila şûr li milê wî û çavê wî yê rastê bixe! Bila milê wî ji binî ve hişk bibe, Çavê wî yê rastê jî bi tevahî kor bibe!”
Di nav miletan de jiyaneke qenc bijîn. Û eger wek ku hûn xerabkar in ketma we bikin jî, bila kirinên we yên qenc bibînin û di Roja Edaletê de pesnê Xwedê bidin.