3 Gava ku dijminên min bi şûn de vedigerin, Li pêş te diterpilin, dimirin û derin.
Tu, tirsdar î! Tu! Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste?
Bi agir hatiye şewitandîn, hatiye birrîn dêliya te, Bila bi awirên te yên tûj tune bibin, dijminê te!
Bi rastî ya Xudan, tu stara min î. Te, Yê Herî Berz ji xwe re kir cî û war,
Serê sibê kerema te, Her şev dilsoziya te,
Gava te karên tirsehêz kirin ku em ne li bendê bûn, Gava tu berjêr bûyî, çiya li ber hizûra te lerizîn.
Ew mirov wê ji ba Xudan û ji rûmeta qeweta wî bên avêtin û cezayê helakbûna herheyî bikişînin.
Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû.