9 Ey Serwerê me Xudan, Çiqas mezin e navê te, li erd û ezman!
“Gelo tu dikarî sirên Xwedê yên kûr fêm bikî Û bigihîjî sînorên Karîndar?
Ya Xudan, çiqas pirr in karên te! Te hemûyan bi şehrezayî kir; Ruyê erdê bi afirîdên te tije ne.
Ey Serwerê me Xudan, Çiqas mezin e navê te li erd û ezman! Berziya te dagirtiye ezman.
“Yeşûrûno, yê wekî Xwedê tuneye! Tenê ew li ezmanan û li ewran siwar bûye Ku alîkariya te bike.