Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Zebûr 79:2 - Kurmanji Încîl

2 Laşên evdên te, ji bo xwarinê dan teyrên asîman, Goştê peywirên te dan cinawirên ser erdan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Zebûr 79:2
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Gotina Xudan ev e: “Ezê çar cure bela bînim serê wan; ji bo kuştinê şûr, ji bo kişkişandinê se, ji bo xwarin û xerakirinê teyrên ezmanan û heywanên çolê.


“Wê bi nexweşiyên mirinê bimirin û wê tu kes şîna wan neke. Wê neyên veşartin û li ser axê bibin zibil. Wê bi şûr û xelayê biqedin. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.”


Ezê pîlanên Cihûda û Orşelîmê li vir vala derînim. Ezê wan bidim destê kesên li pey kuştina wan û bidim ber şûrên dijminên wan. Ezê cendekên wan ji heywanên erdê û teyrên ezmanan re bikim xurek.


ezê bidim destê dijminên ku li pey kuştinê ne. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.


Wê cendekên vî gelî ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek û wê tu kes wan nelerizîne.


“Ezê tengasiyê bînim ser mirovan Û wê wek koran bimeşin. Çimkî li dijî Xudan guneh kirin. Wê xwîna wan wek tozê, Goştê wan wek ziblê bê rijandin.”


Wê cendekên te ji hemû teyrên ezmanan û heywanên erdê re bibin xurek. Wê tu kes wan ji ser te nede revandin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ